CDK-F Komkujiya Nice şermezar kir

CDK-F komkujiya li bajarê Nice yê Fransayê şermezar kir.

Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê (CDK-F) bi daxuyaniyeke nivîskî, komkujiya li Nice şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em weke Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê rastî van êrîşên barbarî tên, gelê Fransayê baş fêm dikin. Bi heman e Tayyîp Erdogan û dewleta AKP'ê, Ewropayê hedef nîşan didin. Bi van komkujiyan ve derdikeve holê, bê kî bi rêxistinên terorê yên li derveyî mirovahiyê re hevkariyê dike. Em ji gelê Fransayê re sersaxiyê, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin. Em li cem gelê Fransayê ne."