Çalakiya nobetê ya ji bo Ocalan azadî koma Kîel dewir girt

Çalakiya nobetê ya ji bo Ocalan azadî koma Kîel dewir girt

Çalakiya nobetê ya li ber KE ya bajarê Strasbourg a Fransa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin dewam dike. Çalakiya nobetê koma ji bajarê Kîel ê Elmanya hat dewir girt.

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 25’ê Hezîrana 2012’an çalakiya nobetê ya ji bo Ocalan azadî ku li ber Konseya Ewropa hat destpêkirin, vê hefteyê li bajarê Kîel ê Elmanyayê koma hat dewirgirt. Yên çalakiya nobetê di roja 854’emîn de dewir girtin Horî Baran, Egîd Oral, Yusuf Temel û Ahmet Îler in.

Endamên komê yên di çalakiya nobetê de her roj bi dehan kesan re nîqaş çêdikin û der barê hewldanên Ocalan ên azadiyê de agahî didin, diyar kirin ku ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî tevlî çalakiyê bûne. Çalakvan wê hefteya yekem broşurên biyografiya Ocalan belav bikin û weke din îmzeyan jî kom bikin.

Endamên komê wê tevahiya çalakiya nobetê der barê komkujî û êrîşên çeteyên DAIŞ ên li Şengal û Kobanê agahiyan belav bikin gotin: “Hedefa me çêkirina hestiyariyê ye.”

Çalakvanên nobetê bêdengiya hêzên koalîsyon û welatên Ewropa li hemberî komkujiyê û hevkariya hikûmeta AKP’ê bi çeteyan re şermezar kirin. Bi silavkirina berxwedana Rojava, Şengal û Kobanê dest bi çalakiya xwe kirin.