Çalakiya dagirkirinê ya ciwanên Kurd li Dortmundê bi dawî bû

Çalakiya dagirkirinê ya ciwanên Kurd li Dortmundê bi dawî bû

Li bajarê Dortmunda Almanyayê komek ji ciwanên Kurd bi armanca balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd birca televîzyonê dagir kirin. çalakiya ciwanên Kurd bi dawî bû. Di saetên danê êvarê de bi şertê ku polîs tu ciwanan binçav neke bi dawî bû. Çapemeniyê eleqeyek mezin nîşanî çalakiya ciwanên Kurd dan.

Duh derdora 30 ciwanên Kurd li bajarê Dortmundê bi armanca helwesta çapemenî û hukûmeta Alman a li hemberî greva birçîbûnê ya girityên Kurd protesto bikin têketina birca televîzyonê bloke kirin. çalakgeran ji çapemeniya Alman xwest ku li hemberî greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd ku ji 12’ê îlonê ve berdewam dike hestyar bin.

Her wiha, ciwanan xwest ku siyasetmedarê Kurd Metîn Aydin ê ku hefteya borî ji aliyê Swîsreyê ve radestê Almanyayê hatibû kirin, serbest bê berdan. Birca telebîzyonê ya ku sînyalê dide gelek televîzyon û radyoyên herêmê di dema çalakiya ciwanan de ji bo serdanan hate girtin.

Nûçegihanên gelek Tv, radyo û rojnameyan hatin ber bircê û der barê çalakiyê de agahî girtin. Piştî bazara ciwanan a bi polîsan re bi şertê ku polîs tu çalakgeran binçav nekin, ciwanan dawî li çalakiya xwe anîn. Komek Kurdistanî jî li ber bircê li hev kom bûn û piştgirî dan çalakiya ciwanan.