CÎK: Em gelê xwe muxtacî dewletê nekin

Serokê CÎK’ê Hafiz Ahmet Tûrhalli ev bang li gelê Kurdistanê kir: “Werin em destê hev bigrin; Em gelê xwe muxtacî vê dewleta zilmkar nekin. Li Ewropayê 2-3 milyon Kurdistanî hene. Her yek ji wan 10 euro bide, em ê bikarin wir ji nû ve ava bikin.”

Serokê CÎK’ê Hafiz Ahmet Tûrhalli diyar kir ku dewleta Tirk ji bo nixumandina sûcên xwe, li ser navê ol derewan dike û got: “Em pere, mal û milkên xwe ji bo gihandina kesên muxtac, divê teslîmî vê fîrewûn û sîstema wê nekin. Ev jî gunehekî giran e. Kê/î pere, mal û milkê xwe teslîmî vê dewletê bike, ew guneheke mezin e. Ji ber ku ev diz in. Maf û hiqûqa mirovan dixwin. Sedemê ku encamên vê erdhejê ewqas giran e, ew in.”

Me têkildarî bikaranîna olê ya ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve ku piştî erdhejê gotibû “qeder e” ji Serokê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhalli pirs kir.

Desthilatdariya Tirk beriya erdhejê û piştî erdhejê hewl dide ku lewazî û bêxemiya xwe bi gotinên “Îradeya îlahî” û “qeder” binixumîne. Li gorî olê Îslamê ev yek tê çi wateyê?

Beriya her tiştî ez ji bo kesên di vê erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, ji Xwedê rahmetê dixwazin û ji bo birîndaran jî şifaya lezgîn dixwazin. Xwedê sebirê bide wan kesên ji derve û li ber vê sermayê disekinin.

Qeder a ku Quran û Pêxember behs dike, pir cuda ye. Xwedê dibêje “mirina we qeder e”, lê şêweyê mirinê em hildibijêrin. Li Efxanistanê piranî demê jiyanê 50-65 sal e. Li Ewropayê 75-85, hetanî 90’ê jî diçe. Ya ku vê diyar dike, şert û mercên jiyanê ne. Yanî dema ku tedbîra xwe digirî, Xwedê temenê te dirêj dike. Di Sureya Îsra de wiha tê gotin: “Me qedera we da destê we. Me li ser milên we bar kir. Qedera we di destê we de ye.” Yanî eger hûn bixebitin hûn ê dewlemend bibin, hûn razên hûn ê xwarina xwe peyda nekin. Pêxember li Mekkeyê bi tenê bû, têkoşiya, li ber xwe da û dema wefat kir 340 hezar mirov bûn misilman. Yanî bi fermana Xwedê xebitî, hewl da û qedera xwe veguherand.

Di sureya 30’emîn a Şura de wiha tê gotin: “Her musîbeta ku tê serê we, ji ber guneh, îhmal û qusurên ku we bi destê xwe kiriye.” Dema ku hûn bendavan çêdikin daran dibirin, her derê dikin beton xweza jî tolê ji we distîne. Eger ez biçim li ber çemekî malekê ava bikim. Lehî hat û li gel mala me zarok jî birin, min bi xwe ev qeder nivîsand yan Xwedê got min wisan bike? Min li gorî hişê xwe kêmahî kir.

Çima vê yekê dibêjin?

Her tiştê ku kirine, dixwazin yan bikin sûcê şeytan yan jî Xwedê. Ev taktîkek a desthilatdaran e. Mêrê ku dibêje ev qedera we ye, çima bi 500 parêzvan û wesayîtên zirxî digere? Kesên misilman divê di vê mijdarê serî hilde. Divê bibêje ‘Hûn her tiştî dikin sûcê Xwedê.’

LI SER NAVÊ OL MIROVAN DIXAPÎNIN, DIVÊ EM HIŞYAR BIN

Li vir li ser navê ol xapandinek heye. Divê gelê me hişyar be, çavê xwe vebike. Xwedê dibêje ku wê ji ber karên ku we kirine, ji çav, guh û dilê we jî hesab bê pirsîn.

Desthilatdariya Tirk û diyaneta ku di bin bunyeya wê de, dema wisan dewam dike çawa ku erdhej çêbû mirovên me seferber bûn. Hinek çûn li wir alîkarî dan, hinek kesên din jî alîkarî şandin. Divê ji Colemêrg heta Kolnê mirovên me çi bikin?

Ji bo Misilmanan ferz e ku alîkariya mirovên  ketine tengasiyê bikin. Kesên ku dibêje ez mirov im jî, ev berpirsyariya wan heye. Welatparêz û oldarên me yên rast xwedî li vê yekê derketin. Ev ferz e. Ez dikarim vê bibêjim; zekata kê/î hebe dikare bide mexdûrên erdhejê, fitreya kê/î hebe dikare bide van kesan.

ALÎKARIYÊN XWE TESLÎMÎ VÊ SÎSTEMÊ NEKIN

Divê em vê jî bizanin; Em pere, mal û milkên xwe ji bo gihandina kesên muxtac, divê teslîmî vê fîrewûn û sîstema wê nekin. Ev jî gunehekî giran e. Kê/î pere, mal û milkê xwe teslîmî vê dewletê bike, ew gunehekî mezin e. Ji ber ku ev diz in. Maf û hiqûqa mirovan dixwin. Sedema ku encamên vê erdhejê ewqas giran e, ew in. Lewma divê gelê me bi destê hev bigirin. Em li ser navê Civaka Îslamiya Kurdistanê dibêjin ku werin em bi hev re birînên xwe bipêçin. Pêwîstiya me bi vê dewletê nîne.