Butçeya tenduristiyê ji bo sermaya global e!
Butçeya tenduristiyê ji bo sermaya global e!
Butçeya tenduristiyê ji bo sermaya global e!
Serokê Giştî yê SES’ê Çetîn Erdolu diyar kir ku ji butçeya sala 2014’an ji bo tenduristiyê 75 mîlyar lîra hatiye veqetandin û diyar kir ku ev ne ji bo başiya karkerên tenduristiyê, ji bo ku kaseya sermayeyê tije bibe hatiye kirin û got: “Di 2014’an d ehinek nexweşî û derman dê derkeve derveyê SGK’ê. Dê ji gel zêde pere bê girtin û biherike sermayeyê. Zehmetiyên di 2013’an de hatin jiyîn di 2014’an de biguhre.
Butçeya 2014’an de di lijneya giştî de derbas bû. Ji bo Tenduristiyê 75 mîlyar Tl hat veqetandin. Wezîrê aboriyê Mehmet Şîmşek got ji 2002’an heta niha butçe 5.5 zêde bûyer. AKP’ê bi bernameyên xwe yê tenduristiyê re bi pêkanîna heqê pêvek û para tevlibûnê veguherî ‘bi qasî pereyê xwe xizmeta tenduristiyê’.
Der barê mijarê de serokê giştî yê SES’ê Çetîn Erdolu zehmetiyên di 2013’an de jiyane û pêkanînên nû yên dê bikevin meriyetê nirxand û da zanîn ku di qada tenduristiyê de bernameya Bankaya Cîhanê tê bikaranîn lê wek lijneya fînansê bi hevkariya Rêxistina Bazirganiya Cîhanê û IMF’ê ev tê meşandin.
Erdolu got; “Di esasa vê de ji butçeyên welatan ji ser xizmetên tenduristiyê çavkania sermayeya gloval tevli taybetiyê dike. Em pêkanîn ji roja ku destpê kiriye didome. Ev jî wek parçeyek vê pêk tê.li tirkiyê hinek lijne bi vê re dimeşin. Nexweşaneyên Taybet û Komeleyên Lijneya Tenduristiyê hene. Di rapora vê komeleyê de du nêrîn hene. Yek, pakêta xizmeta tenduristiyÊ ya ku ji aliyê SGK ve tê kirin firehe, divê teng bibe. Yanî dibêje ku hinek nexweşî, hinek derman ji derveyê vê bê girtin. Ya duyemîn jî hinek tiştên ji aliyê SGK’ê ve tên kirin maliyeta xizmetê xilas nake û karê nakin. Mînak ev tedawiyên diyalîz, dev-diran û çavin.
HINEK NEXWEŞÎ Û DERMAN DÊ JI DERVEYÊ SGK’Ê BÊ HIŞTIN
Erdolu da zanîn ku bi qanûna ku di meclisê de hatiye derbaskirin re bi teblîxîn ku SGK pêk dianîre, dê ev ji vê derxistin û ji derveyê SGK’ê bê hiştin.
Erdolu da zanîn ji bo vê pêkanînê para ku di sala 2012’an de hatibû veqetandin 85 bû û di 2013’an de ji sedî 76 bû û ev dê di 2014’an de zêdetir kêm bibe.
JI GEL DÊ ZÊDE PERE BÊ GIRTIN
Erdolu bi lêv kir ku di meha çile de li meclisê dê qanûnek torbeyê bê dîtin û got: “Kesên ku nexweşxaneyên taybet tercih bikin an jî ji bo muayeneyê biçin, girîngiya ewlehiya civakî bo wan ferq nake. Ewlehiya civakî cuda, ev cudaye. Di vir de ji ser qanûna torbeyê ji bo mirovan û endamên hîndekariyê ji bo muayeneya wan meseleya pereyekî nû derdikeve. Ji bo vê jî divê salê de dê para tevlibûnê û pereyê pêvek bidin.
BUTÇEYA 2014’AN DÊ BIHEREKE SERMAYEYÊ
Erdolu diyar kir ku wezîrê aboriyê Mehmet Şîmşek diyar kir ku ev butçeya 75 mîlyar lîrayê dê biçe ji xebatkaran re, lê ev ne mijara gotinê ye. Erdolu bi lêv kir ku ev butçe dê bihere sermayeyê.
Erdolu bi lêv kir ku li Ewropa û cîhanê welatê ku herî zêde serlênda bo beşa lezgîn dibe Tirkiyeye.
Erdolu di dawiya axaftina xwe de diyar kri ku butçeya sala 2014’an teqez ne li alî gel û tenduristiya gel e û zor û zehmetiyên 2013’an dê di 2014’an de bidome.