Bûldan rêxistinbûyîna paralel a li nava emniyetê pirsî
Bûldan rêxistinbûyîna paralel a li nava emniyetê pirsî
Bûldan rêxistinbûyîna paralel a li nava emniyetê pirsî
Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan îdîaya 'Di nava rêxistina emniyetê de rêxistinbûyîneke deveyî hiqûqê heye' ji Wezîrê Karên hundir Efkan Ala pirsî. Bûldan xwest, der heqê operasyonên vê rêxistinbûyî yên li Bakurê Kurdistanê de agahî bê dayîn.
Cîgira Serokê Koma BDP'ê û Parlamentera Îdirê Pervîn Bûldan, bi daxwaza bersivdayîna Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala, pêşniyarpirsek pêşkêş kir û rêxistinbûyîna paralel a li nava emniyetê xist rojevê.
Bûldan nûçeyên li ser rêxistinbûyîna derveyî hiqûqê ya li nava rêxistina emniyetê bibîr xist, ku piştî operasyona nelirêtiyê û binçavkirinan hat rojevê û got, "Li gorî nûçeyek di rojnameya îro ya Sabahê de cih girt; di serî de Stenbol û Enqere bi taybetî li bajarên mezin ên Tirkiyeyê, polîsan li hin malan 'şaxên paralel' ava kirine, polîs beşek ji dema xwe ya kar li vir derbas dikin û der heqê mijarê de agahiyan nadin amîrên xwe. Hat gotin ku bi aşkerabûna rewşê re ev cihên mijara gotinê hatine girtin."
Bûldan herwiha ragihand ku tê îdîakirin, piştî wezîfedarkirinên nû yên li nava emniyetê, der herqê rêxistinbûyîna paralel a li emniyetê de, ji emniyetê giliyî li Serokwezaretî, Wezareta Karên Hundir û gelek wezaretên din hatine kirin û ji bo lêkolînkirina van giliyan Wezareta we ya Karên Hundir Desteya Teftîşê ya Mulkiye wezîfedar kiriye. Bûldan ev pirs li Ala kir:
'RÊXISTINBÛYÎNA PARALEL HEYE; KÎJAN ÇALAKÎ KIRIYE?'
"Ev îdîayên di çapemeniyê de cih girtin, rast in? Eger rast bin, ev cihên ku bi navê 'şaxên paralel' tên binavkirin, li kîjan bajaran ava bûne? Li bajarên Rojhilat û Başûrrojhilat, hebûna van rêxistinbûyînan hatiye tespîtkirin? Hejmara cihên ku heta roja îro hatine tespîtkirin çend e?
Îdîayên hebûna rêxistinbûyînên paralel li nava emniyetê, ji aliyê we ve hatiye tespîtkirin? Eger hatibe tespîtkirin, Wezareta we ji kengî ve haya xwe ji van rêxistinbûyînan heye?
Bi rêxistinbûyînên cuda yên li nava bingeha îdarî ya emniyetê re çi dixwaze were kirin?
Operasyonên van rêxistinbûyînan ên li Rojhilat û Başûrrojhilat çiye?
Tê îdîakirin, ku 3 welatiyên me yên li navçeya Geverê di 6-7'ê Kanûna 2013'an de ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, ji aliyê hêzên paralel ên li nava emniyetê ve hatiye kirin. Çalakiyên li dijî hiqûqê yên ji aliyê van rêxistinbûyînan ve hatine kirin çi ne, li ku û bi çi armancê hatine kirin?
Li dijî van rêxistinbûyînên li dijî hiqûqê, dê çi were kirin? Hûn difikirin ku vê rêxistinbûyînê tine bikin?
Personelên emniyetê yên bi van rêxistinbûyînan re tevdigere, dê bikevin ber lêpirsînê? Yan jî rêbazên we yên din çi ne?
Naveroka van mukurhatinên ji nava emniyetê li wezareta we hatine kirin, çiye? Bûyerên di rapora mufettîş de hatine tespîtkirin, çi ne?"