Bûldan: Me bi KCK'ê re hevdîtinek 8-9 saetan pêk anîn

Bûldan: Me bi KCK'ê re hevdîtinek 8-9 saetan pêk anîn

Heyeta BDP û HDP'ê ya ji bo wergirtina bersiva KCK'ê ji bo nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çû Qendîlê, vegeriya Tirkiyeyê. Cîgira Serokê Koma BDP'ê Bûldan da xuyakirin ku wan bi rayedarên KCK'ê re hevdîtinek 8-9 saetan pêk anîne û ji ber ku nameya bersivdayînê ne amade ye, ewê bi devkî ragihînin. Bûldan anî ziman ku ew dixwazin roja Pêncşemê bi hikûmetê re hevdîtinê bike û di rojên pêş de jî biçin Îmraliyê.

'BERSIVA NAMEYÊ WÊ DI ÇÛYÎNA ME YA DIN DE AMADE BE'

Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan û Alîkarê Hevserokên HDP'ê Sirri Sureyya Onder ku ji bo wergirtina nameya bersivê ya rayedarên KCK'ê ya ji bo nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 29'ê Kanûnê de çû Qendîlê, duh bi şev vegeriya. Bûldan ragihand ku ji bo wergirtina bersiva ji nameya Ocalan û nirxandina 'pêvajoya çareseriyê' ew çûne Qendîlê û diyar kir ku bi rayedarên KCK'ê re civîneke 8-9 saetan lidar xistine.

Bûldan ragihandin ku piştî çûn Girava Îmraliyê, li dû hevdîtina 7'ê Kanûnê ya bi Ocalan re, Ocalan bi rêya wan nameyek ji 20 rûpelan ji Qendîlê re şandiye û got, "Bersiva vê nameyê amade ye? Beramberî vê rayedarên KCK'ê difikirin çi bikin? Ji bo wergirtina bersiva vê em çûn. Me civînek ji 8-9 saetan pêk anîn. Hat ragihandin ku ji bo nameya Birêz Ocalan bersiveke nivîskî hînê nehatiye amadekirin. Ji ber ku name dê li hemû qadan bê xwendin û piştî nîqaşan wê bersiv were amadekirin. Bersiveke devkî hat dayîn. Bêguman dê di çûyîna me ya careke din de amade be. Di vê hevdîtinê de name nehat dayîn. Piştî ku li hemû qadan hat xwendin û nîqaşkirin, wê bersiv were dayîn."

'ME NÎQAŞ KIRIN KU ŞERÊ DESTHILATDARIYÊ WÊ BANDORÊ LI PÊVAJOYÊ BIKE YAN NA'

Bûldan anî ziman ku wan di civîna bi rayedarên KCK'ê re rojeva siyasî ya li Tirkiyeyê û 'pêvajoya çareseriyê' nirxandine û got, "Bêguman me bûyerên di demên dawî de li Tirkiyeyê hatin jiyîn nirxandin. Şerê AKP-Cemaetê, şerê desthilatdariyê wê bandorê li pêvajoya aştiyê bike? Dê çawa bandorê lê bike? Em li ser wê axivîn. Em li ser biryara Sebahat Tûncel rawestiyan. Di encama hevdîtinên me de encama 'Ji ber neçareseriya pirsgirêka Kurd dizîtî û nelirêtî derdikevin holê' derket. Pêwîste çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk bikeve rojevê. Divê ev pêvajo ne aliqe. Ya AKP divê bike, çareseriya vê pirsgirêkê ye. Heta ku ev pirsgirêk çareser nebe, pêvajo wê ji provokeyê re vekirî be. Evê heta kengî wiha bimeşe...Heta ku bingeha qanûnî neyê danîn, wê kêmasî derkevin holê. Pêwîste li ser bingeha Komara Demokratîk gav bên avêtin."

Bûldan da zanîn ku roja Pêncşemê piştî guhertina desteya wezîran ew dixwazin hevdîtina destpêkê bikin û got, "Em plan dikin ku roja Pêncşemê bi hikûmeta nû re jî bi wezîrên nû re jî hevdîtinê bikin. Me ji Wezîrê Karên Hundir, ji Wezîrê Edaletê û ji Serokê Meclîsê Birêz Cemîl Çîçek daxwaza hevdîtinê kirin. Dê pêvajoya aştiyê bi çi rengî bi bandor bibe? Me diyar dikir ku dewleta paralel e. Birêz Ocalan di her hevdîtinê de ev digot. Digot ku divê Birêz Serokwezîr jî di vê mijarê de baldar be. Mixabin AKP-Cemaetê bi hev re zext û zilm meşandin. Di encama vê de jî îro nelirêtî derket holê. Pêwîste ji bo pirsgirêka Kurd çareseriyek bi rêyên demokratîk were afirandin. Dibe ku roja Pêncşemê em dema çûyîna xwe ya giravê zelal bikin."

'EMÊ ROJA PÊNCŞEMÊ DAXWAZA XWE YA ÇÛYÎNA ÎMRALIYÊ RAGIHÎNIN'

Bûldan da xuyakirin ku ew hêvî dikin di destpêka sala nû de bi Ocalan re hevdîtinê bikin û got, "Em plan dikin ku di destpêka sala 2014'an de bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Emê roja Pêncşemê vê daxwaza xwe ji Wezareta Edaletê re ragihînin. Em hêvîdarin ku di destpêka sala nû de karibin bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin."