Bûldan li Bazarcixê alîkarî belav kir
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û heyeta partiyê li Bazarcixê ya ku qeyyûm li ser navenda alîkariyê hatibû peywirdarkirin, alîkarî belav kir.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û heyeta partiyê li Bazarcixê ya ku qeyyûm li ser navenda alîkariyê hatibû peywirdarkirin, alîkarî belav kir.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li navçeya Bazarcixa Mereşê ku navenda erdhejê ye serdana mexdûrên erdhejê kir. Bûldan li gel endamên partiyê û dilxwazan beşdarî belavkirina alîkariyê ya li mexdûrên erdhejê bû.
Bûldan, sersaxî ji gelê Bazarcixê xwest û wiha got: “Em dikarin bi piştevaniyê van birînan derman bikin û derfetên aramiyê li Tirkiyeyê pêk bînin. Îro me kampanyayeke nû kampanyaya ‘Em di nava piştevaniyê de ne’ da destpêkirin. Ji roja destpêkê ya erdhejê û vir ve weke HDP'ê em bi hemû lijneyên xwe, parlamenterên xwe, Meclîsa Partiyê, Desteya Rêvebir a Navendî û Meclîsên Jin û Ciwanan, her wiha hevalên xwe yên dilxwaz re li 10 bajarên erdhej lê çêbûn, bi mexdûrên erdhejê re ne. Me alîkarî gihand wan, me hewl da bi hev re birînên wan derman bikin. Em ji bo mirovên di bin kavilan de mane xelas bikin sefer bûn. Ev piştevanî û yekitî berdewam dike.”
DEPOYA ME YA ALÎKARIYÊ HATE DESTESERKIRIN
Bûldan axaftina xwe wiha domand: “Hem gelê Bazarcixê hem jî partiya me, saziyên sivîl ên civakî, rêxistinên pîşeyî bi hev re li depoyekê malzeme kom kirin. Alîkariyên bi TIR’an dihatin li wir dihatin valakirin û pişt re belavî gundan hatin kirin. Rêyeke hemû malzemeyan belavî gundan bikî hebû ew jî piştevanî bû. Ev seferberî bû bi hev re dermankirina birînan bû. Duh êvarî qeymeqamê vê navçeyê û yên bi wî re hatin, bi talîmata ku ji jor wergirtin, dest danîn ser avahiya ku malzeme lê bûn. Ji bo piştevanî û alîkariyê asteng bikin wir desteser kirin û qeyûm li ser depoyê peywirdar kirin. Feraseta qeyûman li vî welatî ne bi tenê ye. Ji roja ku qeyûm tayînî şaredariyên me kirin desthilata AKP’ê û MHP’ê feraseta qeyûm belavî her derê Tirkiyeyê kirin. Di vê pêvajoyê de qeyûm tayînî avahiya alîkariyê kirin. Ev ji bo Tirkiyeyê tabloya şermê ye. Ev astengkirina piştevanî û yekitiyê ye. Çi dikin bila bikin şert û merc çi bibin bila bibin em ê alîkariyê bigihînin gelê xwe.”
‘ALÎKARIYA ME WÊ BIDOME’
Bûldan, da zanîn ku bi TIR’eke alîkariyê hatin vê derê wê ji niha û şûnde jî alîkariyê bidomînin û ev tişt gotin: “Wê hevalên min ên parlamenter, Meclisa Partiyê, her kes ji îro pê ve wê ji bo vî karî bibin seferber. Madem hûn asteng dikin wê demê em jî dê rêyên ku alîkariyê bigihînin gelê xwe bibînin. Li kîjan devera cîhanê ev karesat bi serê yekê hatibûya niha ew kesên ew welat bi rê ve dibir îstîfa kiribû. Ji bo nikarin bi rê ve bibin da îstîfa bikin.”
Bûldan, banga îstîfayê li Serokkomar û wezîran kir û wiha domand: “Heke îstîfa nekin wê gelê me teqez vê feraseta talanker, qeyûmker û xespker bişîne. Ji bo ku AKP û MHP ji qada siyasî ya li vî welatî ji holê rabin em xebatên xwe didomînin. Em ê xebatên xwe yên hilbijartinê bikin lê îro ne roja axaftina hilbijartinan e. Îro roja piştevaniyê ye û roja dermankirina birînan e.”
EM HEMÛ DERFETÊN XWE BI KAR TÎNIN
Bûldan, diyar kir ku ji ber malzemeyên alîkariyê hatin astengkirin ew hatine Bazarcixê û got: “Em naxwazin gelê me ji birçîtî û sermayê mexdûr bibe, em musadeyî vê nakin. Tevî ku 6 şaredariyên me mane jî tevî derfetên kêm jî hemû derfetên xwe bi kar tînin. Hûn zanîn şaredariyên me hatin xespkirin, şûna wan qeyûm hatin tayînkirin. Heke şaredarên me îro di girtîgehan de nebûna, wê gelê me evqas mexdûr nebûya. Şaredariyên me hemû wê seferber bûna. Îro Şaredariya me ya Silopiyayê li vir e. Em ji bo we hene, ji bo we li vê derê ne, em ê ji niha û şûnde jî hebin. Careke din ji me hemûyan re derbasî be û serê me hemûyan sax be. Di pêvajoya ji niha û şûnde dem dema mezinkirina piştevaniyê ye.”
Bûldan û kesên pê re pişt re serdana Komeleya Çandê ya Elewiyan a Bazarcixê kirin. Bûldan a daxwazên rêveberên komeleyê guhdar kirin, diyar kir ku ji bo kêmasî ji holê bên rakirin ew ê bikevin nav hewldanan.