Bûldan: Kujerên Denîz û hêzên li pişt, wê hesab bidin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan beriya destpêkirina doza Denîz Poyraz a li Îzmîrê hate qetilkirin daxuyaniyek da û ragihand ku wê kujer û hêzên li pişt hesab bidin.

Beriya destpêkirina rûniştina doza Denîz Poyraz a li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê bi êrişa çekdarî hate qetilkirin, li ber 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Bayrakli ya Îzmîrê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, serokwekîlên koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, endamên Meclîsa Partiyê û Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, endamên Koordînasyona Jinê Û parlamenterên HDP'ê, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, Alîkara Seroka Giştî ya CHP'ê Gulîzar Bîçer, Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû, Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr, Hevberdevka Partiya Çep Kesk Ayşe Erdem, Serokê Giştî yê TÎP'ê, Erkan Baş, Hevserokê Giştî yê SYKP'ê Cavît Ûgûr, Berdevka SODAP'ê Sevtap Akdag, Berdevka Giştî ya SKM'ê Çîçek Otlû û nûnerên EMEP, Halkevlerî, DÎSK, TOP, Partiya Şoreşger, Komeleyên Alevî Bektaşî, Jin bi hev re xurt in û Dayikên Aştiyê amade bûn.

Pervîn Bûldan di daxuyaniyê de destnîşan kir ku fîşeka bedan Denîz Poyraz li hêviya aştiyê û demokrasiyê ketiye.

Pervîn Bûldan got, "Yên ku kujer şand avahiya partiya me, li pey kaosekê bûn. Lê belê gelên Tirkiyeyê nehişt kaoseke wiha rû bide. Ev kaos red kir, di heman demê de li welêt bi milyonan kes bûn Denîz. Li Tirkiyeyê bi milyonan mirov xwedî li Denîz derketin."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan diyar kir ku ziman, nefret, hêrsa desthilatdariyê, her wiha hedefnîşandana HDP'ê, heqareta her roj li HDP'ê dike kir ku Denîz bê kuştin û wiha dewam kir, "Em soz didin de hevrê Denîz; bila çavên te li pişt nemîne. Her wiha em ji yên ku li Bahçelîevlerê jî êriş kirin re dibêjin; Kujerên Denîz wê hesab bidin, yên li pişta wan jî wê hesab bidin, wê hesab bidin jinan û partiya me. Em ji bo aştî, demokrasî û edalet bê vî welatî hewl didin. Yên ku hewl didin kaosê çêbikin û alîgirên şer bila zanibin ku em ê ti carî ji rêveberiya demokratîk, hiqûq û edaletê venegerin."

Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbat, hevalên Denîz, HDP'ê, gelê Kurd û dostan re hate xwestin.