Bûldan: Gava me ya destpêkê wê têkbirina desthilatdariya AKP-MHP'ê be

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan serdana mexdûrên erdhejê kir. Bûldan diyar kir ku êş û piştevanî mezin e û got: “Em ê di gava xwe ya destpêkê de, desthilatdariya AKP-MHP’ê têk bibin.”

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk û nûnerên pêkhateyên partiyan jî di nav de, şandeyekê li Hatayê serdana mexdûrên erdhejê kirin. Şandeyê li Navenda Koordînasyonê ya li Îskenderûnê serdana mexdûran kir û li vir daxuyanî da.

Bûldan sersaxî ji kesên jiyana xwe ji dest dane re xwest û got: “Îro me car din li vir dît ku êş çiqas mezin e, karesat çiqas mezin e. Lê ew jî dît ku piştevaniyek mezin heye.”

Bûldan bal kişand ku di serî de li Hatayê li hemû bajaran kêmahî hene û wiha dom kir: “Li vî bajarê pirsgirêka kêmahiya konann, germbûn û bicih bûnê gelek e. Em car din hewaran dibîhizin. Li van bajaran ji roja destpêkê ve bi makîneyên kar ti mudaxele nehatin kirin. Îro em meyze dikin, makîneyên kar ji bo rakirina kavilan rêz bûne.

‘TÊ XWESTIN KU ÎSPAT JI HOLÊ WERIN RAKIRIN’

Bûldan axaftina xwe wiha domand: “Yên wê rojên li holê nebûn, îro di nava seferberiyê de bi makîneyên kar dest bi xebitînê kirine. Ez dixwazim destnîşan bikim ku rakirina kavilan a di wateya hiqûqî de û rakirina kel û pelên ku weke îspat ji bo me bên dayîn, sûcek mezin e.

‘WÊ HESAP BIDIN’

Yên îro berpirsyariya wan heye, yên weke ku di vê erdheja qewimî de qey ti berpirsyariya wan nîne, bila baş bizanin ku; hûn ê hesap bidin. Ji ber ku bi hezaran mirovên me di bin kavilan de man. Ev gel wê hesap ji we bipirse.

‘WÊ AKP TUNE BIBE’

Gava yekem a rizgarbûna ji van erdhej û karesatan, têkbirina desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Têkoşîn, rêxistinbûn û piştevanî girîng e. gava ku em destpêkê bavêjin, wê têkbirina desthilatdariya AKP-MHP’ê be. Ez car din ji hemû mirovên me yên jiyana xwe ji dest dane, xizmên xwe winda kirine re dibêjim, derbasî be û sebirê dixwazim. Car din serê me hemûyan sax be, Xwedê sebirê bide me hemûyan.”

Serdanên şandeyê yên li bajêr didomin.