Binpêkirina mafên girtiyan di Meclîsa Danîmarkayê de ye

Binpêkirina mafên girtiyan di Meclîsa Danîmarkayê de ye

Rewşa greva birçîbûnê ya ku di girtîgehên li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo sereratkirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwazên ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî, hatiye destpêkirin, li Danîmarkayê ji nêzîk ve tê şopandin.

Di Meclîsa Danîmarkayê de der barê greva birçîbûnê de ji Wezîrê Derve yê Danîmarkayê pirsek hate pirsîn. Berpirsê Peywendiyên Derve yê Partiya Yekitiya Danîmarkayê Nikolaj Villumsen der barê grevê de pirsî û bal kişand ser daxuyaniya Rêxistina Efûya Navneteweyî ya der barê mûameleyên xirab ên dewleta Tirk li hemberî girtiyên Kurd pêk tîne.

Rêxistina Efûya Navneteweyî beriya çend rojan bal kişandibû ser greva birçîbûnê û dabû diyarkirin ku pêwîstiyên girtiyan ên weke şekir, xwê û vîtamîn nayên dayîn.

Nikolaj Villumsen ji Wezareta Derve ya Danîmarkayê xwest ku Tirkiyeyê şermezar bikin û beriya niha der barê doza Roj TV de jî pirs ji Wezareta Dadê pirsîbû.