Rota Hîlfe (Alîkariya Sor), Komîteya Piştevaniya Girtiyên Polîtîk a Navnetewî (UPOTUDAK), Platforma Dengê Girtiyan (TSP), Tora Piştevaniya Girtiyên Filistînî (SAMÎDOUN) û Komîteya Koordînasyona Azadiya Girtiyên Şoreşger ên Cîhane û Piştevaniya Navnetewî ji bo 18'ê Adarê Roja Girtiyên Polîtîk daxuyaniyeke hevpar dan û xwestin ku hemû girtiyên polîtîk bêne berdan.
Rêxistina Rota Hîlfe sala 1920'an ji hêla Komînternê ve hatibû avakirin û sala 1923'an 18'ê Adarê, roja damezirandinê ya Komuna Parîsê were Roja Navnetewî ya Piştevaniya bi Girtiyên Polîtîk re ragihandibû. Ji bo rojê li Brûksel, Zûrîh û Nûrnbergê gelek çalakî were kirin û ji bo girtiyan azadî were xwestin.
Di daxuyaniya hevpar de hate gotin, ''Şertên giran li ser Lîderê Tevgera Azadiya Kurdistanê Abdullah Ocalan û bi deh hezaran girtiyên polîtîk ên li girtîgehên Tirkiyê datînin. ''
Bi berdewamî hate destnîşankirin li girtîgehên Tirkiyê 600 jê bi giraniya nexweş 1600 girtî hene, girtiyên nexweş bi hêviya mirinê ve hatine hiştin û van 2 salen dawî 59 girtî jiyana xwe ji dest dane.
Saziyan xwestin ku di 18'ê Adarê, Rojna Navnetewî ya Girtiyên Polîtîk hemû girtiyên polîtîk û girtiyên nexweş werin berdan û bang kirin ku ji bo ve li her deverê çalakî werin kirin.
Di peyamê de hate gotin, ''Ji bo ku girtiyên nexweş tedawiya wan were kirin demildest werin berdan. Ji bo ku girtiyên polîtîk zûzûka werin berdan û girtiyên nexweş tedawiya wan were kirin em bang li hêzên muxalîf ên civakî yên li Ewropayê dikin ku li girtiyan xwedî derkevin.''