Di encamnameya konferansê de hat destnîşankirin ku astengkirina hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi malî û parêzerên xwe re du sal in berdewam e, tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî û wiha hat gotin: ‘’Şertên girtinê yên heyî yên li Tirkiyeyê, ji ber ku li dijî Rêgezên Standard ên Kêmtirîn ên Têkildarê Pêkanîna Berpêyî Girtiyan Neteweyên Yekbûyî (Rêgezên Nelson Mandela) ne, em bang li hikumeta Tirk dikin ku demildest dîtina hev û din a Rêzdar Abdullah Ocalan û parêzer û maliyên xwe hêsan bike.’’
Di encamnameyê de îşaret pê hat kirin ku berdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo pêvajoya aştiyê ya Rojhilata Navîn, gelek giring e û ji hikûmeta Tirk hat xwestin ku demildest Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên din berde.
Di encameyê de her wiha bang li hikumeta Başûrê Efrîkayê, ANC ya deshilatdar û rêxistinên siyasî û pêşverû hat kirin ku di têkoşîna ji bo azadî, rûmet, demokrasî û mafên mirovan de bibin piştgirên doza gelê Kurd.
Konferansê, bang li Hikumeta Başûrê Efrîkayê, SACP, COSATU û hemû pêkhateyên civakî û siyasî hat kirin ku zextan di hikumeta Sûriyeyê re rabike da ku bi gelê Kurd re dest bi hevdîtinê bike.
Di encamnameya konferansê de behsa êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê jî hat kirin û ev tişt hatin diyarkirin: ‘’Em bang li hemû rêxistinên piştevan û hikumeta Başûrê Efrîkayê dikin ku zextan di hikûmeta Tirk re rabikin da ku dev ji êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêma Kurdan a li bakurê Iraqê berde, jiyana sivîlan nexe rîskê û li van herêman baregeh û qereqolan ava neke.’’