Bi zorê dest li Gokçek û Bolek werdan

Polîsan avêtin ser Mala Berxwedanê ya endamên Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek û Helîn Bolek ku di rojiya mirinê de ne. Her du hunermend bi zorê birin nexweşxaneyê.

Endamên Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek û Helîn Bolek li girtîgehê dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn û çalakiya xwe piştî ku hate berdan jî dewam kirin. Polîsan doh bi şev avêtin ser "Mala Berxwedanê" ya li Sariyerê.

Gokçek û Bolek 260 roj in di rojiya mirinê de ne. Polîsan bi şev saet di 03:30'î de avêtin ser mala wan a berxwedanê ya li Sariyerê.

Gokçek û Bolek bi zorê ji malê derxistin û bi ambûlansan birin. Agahî nedan malbat û parêzerên wan ku Gokçek û Bolek bi ku ve birine.

Di encama hewldanan de hate hînbûn ku her du çalakger birine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Umraniyeyê.

Li gorî agahiyan, destwerdana li Gokçek û Bolek wê li pêşiya Mala Berxwedanê bê şermezarkirin.