Bi mîlyonan penaberên Sûriye û Iraqê di bin gefa zivistanê de ne
Bi mîlyonan penaberên Sûriye û Iraqê di bin gefa zivistanê de ne
Bi mîlyonan penaberên Sûriye û Iraqê di bin gefa zivistanê de ne
Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Rojava û Başûrê Kurdistanê hejmara penaberan 10 mîlyonî derbas dike. Her wiha bi hatina zivistanê re di serî de zarok jiyana hezaran penaberan di xeteriyê de ne û ji saziyên mafê mirovan hişyariyên cidî tên.
Hejmara penaberên ku ji şerê navxweyî yê Sûriyê destpê kir û bi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Rojava û Başûr ev 10 mîlyonî derbas dike. Ji bo ku drama penaberan negihêje asteke xerabtir îro li Elmanyayê konferanseke berfireh pêk tê û ji bo pêşî li karaseta penaberan bê girtin dîtina bi mîlyonan dolar fon jî ne diyare.
Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê heta niha 10 mîlyon kes ji warê xwe bû û ji vê 3,2 mîlyon kesî koçî welatên cîran kirin. 7 mîlyonî jî malên xwe terk kirin û li herêmên din ên bi ewle yên welat bicih bûn. Nîvê penaberên ku li Urdun, Lubnan, Tirkiye, Iraq û Misirê bi cih bûn ji zarokan pêk tê
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Şengal û Başûrê Kurdistanê jî herî kêm mîlyonek kes ji warê wan kirin. Di serî de Êzîdiyên Kurd û Xiristiyan bi sed hezaran koçî Başûrê Kurdistan an jî bajarên din ên Iraqê kirin.
Li aliyê din bi hatin zivistanê re bi sed hezaran penaber bi karaseta mezin a mirovahiyê re rû bi rû ne. Li çiyayê Şengal, derdora wê û Başûrê Kurdistanê 300 hezar kes di bin xetereya sermayê de ne. Ji bo penaberên Başûrê Kurdistanê herî kêm 26 kamp pêwîst in, lê hê 10 kamp di asta avakirinê de ne.
Li bajarê Kobanê, Şengal, Hom, Îdlîb, Halep, Mûsil û Iraqê pirsgirêkên starbûn û xurekê zêde bûye.
KONFERANSA NAVNETEWEYÎ ÎRO YE
Bi pêşengiya Elmanyayê li Berlînê îro konferansek pêk tê û wê pirsgirêka bi mîlyonan penaberî bê nîqaşkirin. Konferans wê li Wezareta Karên Derve ya Fransayê pêk bê û li gel Wezîrê Hevkariya Pêşveberinê Gerd Muller, Komîserê Bilind ê Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Guterres û nûnerên 40 welatan tevlî dibin. Her wiha wê nûnerê saziyên alîkariyê yên navneteweyî jî tevlî bibin.
Ji bo konferansê Gerd Muller û saziyên alîkariya navneteweyî daxuyaniyek dan û ji bo penaberên Suriye û Iraqê banga alîkariya lezgîn kir.
ÊRÎŞÊN DAIŞÊ ÊRÎŞÊN NIRXÊN ME DIKE
Muler diyar kir ku got piştî komkujiya Şengalê çûye Başûr û penaberên Êzîdî û Xiristiyan ziyaret kiriye û gelek jin rastî tecawiza DAIŞ’ê hatine. Muller da zanîn ku ev êrîş li dijî nirxên wan e.
Muller bi lêv kir ku li Iraq û Başûrê Kurdistanê 300 hezar penaber li kampên demkî dimînin û wiha got: “Bi hatina zivistanê re mirin li ber derî ye. Ji bo penaberên Başûr pêwîstî bi 26 kampan hene. Niha 10 kamp hê di asta avakirinê de ne. Em bi kareseta sedsalê re rû bi rû ne. Divê tu kesek li van kampan ji birîçîna, sermayê nemire.
PÊWÎSTÎ BI 3,7 MÎLYAR DOLARÎ HEYE
Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a NY’ê ji bo ku penaberên Sûriye û Iraqê zivistanê derbas bikin pêwîstî bi 3,7 mîlyar dolar fon heye. Elmanyaya ku ji konferansê re malovanî kir, daxwaz dike ku YE herî kêm mîlyarek Euro piştgirî bide.
Li gorî Yekîtiya Polîtîkayên Pêşvebirinê (VENRO) jî ji bo penaber zivistanê derbas bikin nîvê şert û mercan jî ne pêkan e. Nûnerê VENRO Mathîas Mogge got ku ji sedî 47 fonên alîkariyê hene.
Urduna ku nêzî 620 hezar Sûriyeyî lê bi cih bûne, barê wê gelek giran e. Dîrektorê bernameya Urdunê Aber Ziyadeh diyar kir ku divê 180 hezar penaberên li welatî wî ji aliyê YE û welatên din ve bên qebûlkirin.