Bi mele re nîqaş kir, hate destgîrkirin, piştre cenazeyê wî hate dîtin
Ahmet Bûgrûr ê ku li Bazîdê li ber mizgeftê bi mele re nîqaş kir, hate destgîrkirin. Li Midûriyeta Emniyetê ya Bazîdê cenazeyê Ahmet Bûgrûr hate dîtin.
Ahmet Bûgrûr ê ku li Bazîdê li ber mizgeftê bi mele re nîqaş kir, hate destgîrkirin. Li Midûriyeta Emniyetê ya Bazîdê cenazeyê Ahmet Bûgrûr hate dîtin.
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê duh serê sibê Ahmet Bûgrûr (37) ê bavê sê zarokan hat destgîrkirin. Hat îdiakirin ku Bûgrûr li Midûriyeta Polîsan a Bazîdê di nezarete de jiyana xwe ji dest daye. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Bûgrûr duh serê sibehê li ber mizgeftekê bi meleyekî re nîqaş kir. Piştî nîqaşê Bûgrûr û meleyê navê wî nehat hînbûn, ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Bazîdê. Hat îdiakirin ku Bûgrûr li emniyetê şîmaqek li mele xistiye û ji ber vê yekê ew xistine nezaretê.
Birayê Bûgrûr, Resul Bûgrûr qala bûyerê kir û diyar kir ku polîsan agahî daye wî ku birayê wî xistine nezarete û ew demildest çûye qereqolê û tu agahî derbarê birayê wî de nedane. Bûgrûr anî ziman ku tîmên tenduristiyê jê re gotine heta ew çûne qereqolê birayê wî miriye.
Resûl Bûgrûr da zanîn ku kesek din jî bi birayê wî re li heman nezaretê bûye û piştî bûyerê vî kesî ji nezaretê derxist û ew ji wir birine.
Cenazeyê Bûgrûr piştî lêkolîna cihê bûyerê ewilî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê û ji wir jî rakirin Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Agiriyê û di otopsiya pêşî de her çiqas hat diyarkirin ku di stûyê wî de reş û şîn bûye û ekomoz hene jî lê sedema mirina Bûgrûr nehat zanîn.
Nimûneyên ku ji cenazeyên Bûgrûr hatin girtin ji bo mirina teqez diyar bibe şandin Serokatiya Koma Tiba Edlî ya Amedê.
Cenazeyê Bûgrûr duh bi şev li Goristana Taxa Koçkiran a Bazîdê hat veşartin.
Li aliyê din malbata Bûgrûr derbarê Midûriyeta Polîsan a Bazîdê de bi tawanbariya “xemsariyê” serî li Serdozgeriya Komarê ya Bazîdê da û gilî kir.