Bi hezarana kedkar ji bo budceya ‘li aliyê gel’ hatin ba hev
Bi hezaran kedkar herikîn mîtînga ku KESK’ê li Meydana Kartal ya Stenbolê lidarxistî û ev daxwaz kirin, “Ji bo jiyaneke mirovî budceya li aliyê gel.”
Bi hezaran kedkar herikîn mîtînga ku KESK’ê li Meydana Kartal ya Stenbolê lidarxistî û ev daxwaz kirin, “Ji bo jiyaneke mirovî budceya li aliyê gel.”
Konfedrasyona Sendîkayên Kedkarên Giştî (KESK) bi dirûşmeya “Em nikarin debara xwe bikin! Ji bo jiyaneke mirovî, ji bo Budceya Li Aliyê Ked û Gel mil bidin milê hevdu” li Meydana Kartal a Stenbolê mîtîngek lidar xist. Bi hezaran kedkar herikîn qada mîtîngê.
Ji saetên serê sibehê girse li ber îstasyona Başak ya Marmarayê hatin cem hev û piştî çêkirina kortejê ber bi qada mîtîngê ve meşiyan.
Di kortejê de ku gelek partiyên siyasî û rêxistinên girseya demokratîk cihê xwe di navê de girtibûn bi yek dengî dirûşmeyên “Em nikarin debara xwe bikin”, “Hikumet îstîfa bike” û “Şer na, budce ji bo kedkar” hatin berzkirin.
Wekîlên HDP’ê Mûsa Pîroglû, Ridvan Tûran, Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû, Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr û Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu tevlê mîtîngê bûn û di axaftinên pêşkêşkirinî de bal kişandin li ser “Ji bo jiyaneke mirovî ji bo gel budce.”
Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên ku di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest danî hat destpêkirin. Li wir daxuyaniyek hevbeş hat dayin. Di daxuyaniya ku ji aliyê Hevserokê Giştî yê KESK’ê Şukran Kaplan Yeşîl ve hat xwendin de qala rewşa zehmet a debarî ya gel a ji ber polîtîkayên şer û bê edalet ên hikumeta AKP’ê kirin û têkildarê budceyê dan zanîn ku ji bo jiyaneke mirovî pêwîste budceyek li aliyê gel û kedkaran bê diyarkirin.
Her wiha di beşek din a daxuyaniyê de hate gotin ku hikumet bi zextê, qedexeyan û girtîgehan dixwaze çavê kedkaran bitirsîne û wisa difikirin ku dikarin bi vî rengî temenê desthilatiya xwe dirêj bikin.
Di daxuyaniyê de her wiha bal hat kişandin li ser girtina navend, komele û stargehên ku li dijî şîdeta li ser jinan têdikoşin û hat gotin ku bi rêya qeyûman bi şêweyekî derhiqûqî yên têdikoşin tên destgîrkirin û girtin.
Di dawiya daxuyaniyê de jî hate xwestin ku siyasetên şer û taybetîkirin werin bi dawîkirin û çavkaniyên ji bo heqdestekê ku mirov dikare bi wê debara xwe bike ji bo polîtkayên şer neyên bikaranîn û dixwazin ku ew çavkanî ji bo demokrasî û aştiyê werin bikaranîn.”
Piştî daxuyaniyê mîtîng bi gerandina govendan bi dawî bû.