Bi hezaran tevlê Newroza li Bazîd û Tetwanê bûn

Newrozên li navçeya Bazîd a Agiriyê û navçeya Tetwan a Bedlîsê ji aliyê bi hezaran kes ve hat pîroz kirin.

Newroza Bazîdê li otoparka vekirî ya şaredariyê hat pîrozkirin. Gel ji saetên sibehê ve li qada pîrozbahiyê dest bi kombûnê kir.

Li qada Newrozê ku tevî hewaya sar û berfê gel lê kom dibû Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Bazîdê Serhat Ceylan axaftina destpêkê kir û got, "Newroza 2022'an bû îlana îradeya demokrasî û azadiyan."

Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Abdullah Koç bang li înkarkeran kir û got, "Yên ku dibêjin pirsgirêka Kurd nîne, bila werin li gelê Bazîdê binêrin."

Koç bal kişande ser êrîş û zextên ku zêde dibin û anî ziman, “Her roj êrîşî gelê me dikin. Dixwazin têkoşîna me bi tine û ji holê rakin. Îro bi hezaran hevalên me di zindanan de rastî êşkence û nêzîkatiyên xirab tên. Lê ew ê tu carî nekaribin têkoşîna wan û ne jî ya me biqedînin.”

Koç bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî da û got, "Tecrîdeke bêhempa li zindana Îmraliyê tê rêvebirin. Destûra xwe jî binpê dikin. Divê demildest tecrîda li ser Ocalan rabe. Ocalan dikare hemû pirsgirêkan çareser bike."

Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî diyar kir, "Kurd tu carî serî li ber zilmê netewand" û wiha pêde çû, "Dixwazin Kurd bibin kole. Gelê me ti carî ji van zextan netirsiya ye. Em bi berxwedanê hatine van rojan. Ew ê biçin, em ê bimînin û em ê bi Kurdên azad re jiyana azad ava bikin. Em ê bi gelê xwe re vê pêk bînin. Em yek diçin bi hezaran tên, bila vê yekê ji bîr nekin."

Piştre agirê Newrozê hat pêxistin û li ber stranên Koma Aryen, Devrîm Çelîk û Evîn Sindî govend hate gerandin.

NEWROZA TETWANÊ

Tevî astengiya giran a polîsan jî bi hezaran kes li qada Fûara Tetwanê kom bûn.

Li ser navê komîteya amadekar Îbrahîm Baran axivî û bal kişande ser dîroka Newrozê û xwest ku Newroz bibe sedema aştiyê.

Li ser navê Tevgera Jinên Azad (TJA) Zekiye Îlbasan axivî, serdegirtinên di 16’ê Adarê de li Amedê ku 25 jin hatin destgîrkirin, bi bîr xist û got, “Ji jinan ditirsin, ji têkoşîna jinan ditirsin, ji ber ku dizanin heta jin azad nebe civak jî azad nabe."

Îlbasan anî ziman ku Newroz wê bibe sedema azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Heta ku Birêz Ocalan azad nebe, wê jiyaneke bi rûmet neyê ne Tirkiye û ne jî Rojhilata Navîn."

Parlamenterê HDP'ê yê Bedlîsê Mahmût Celadet Gaydalî jî got, "Ez we di vê hewaya sar de ji dil û can silav dikim ku hûn li dijî Dehaqê nû dengê Kawayên Hesinkar in."

Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz banga berxwedan û hevgirtinê kir.

Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin. Bername piştî awazên Koma Dengê Jinên Azad û hunermend Gulay Kaya bi dawî bû.