Bi hezaran kesî 5 cangoriyên azadiyê spartin axê
Bi hezaran kesî 5 cangoriyên azadiyê spartin axê
Bi hezaran kesî 5 cangoriyên azadiyê spartin axê
Cenazeyên şervanên YPG’ê Jiyan Ihriz, Mehebet Silêman (Adar Zagros), Zelal Dêrik, Evraz Yûsif û Kanîwar Mehmûd Osman ku di pevçûnên li Serêkaniyê û Dêrikê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê hezaran kesî ve hatin definkirin.
Cenazeyên şervanên YPG’ê Jiyan Ihriz, Mehebet Silêman (Adar Zagros), Zelal Dêrik û Evraz Yûsif ku di pevçûnên li herêma Çilaxa di pevçûnên gundê Sefa de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê hezaran kesî ve ji nexweşxaneya Wetenî ya Dêrikê hatin girtin. Piştre 4 cenaze bi karwanekî ku ji sedan wesayîtan pêk tê birin Goristana Şehîd Xebat Dêrik. Welatiyên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên TEV-DEM, YPG û YPJ’ê vekiribûn bênavber diruşmeyên ‘‘Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana YPJ/YPG” berz kirin.
Piştî karwan gihişt goristanê li goristanê merasîm hate lidarxistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de, endama Desteya Rêveber a Yekîtiya Star Roza Yûsif axivî û bal kişand ser berxwedana hêzên YPG’ê ya li dijî komên çekdar. Roza Yusif da zanîn ku gelê kurd dê bi hemû hêza xwe parastina destkeftiyên xwe bike.
Piştî axaftinê cenazeyên şervanên YPJ/YPG bi tilîlî û diruşmeyan spartin axê.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Kanîwar Mehmûd Osman ku di pevçûna li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dabû jî, ji aliyê hezaran kesan ve ji Navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê hatin wergirtin. Cenaze piştre jî di nava diruşmeyên ku dilsoziya bi YPG’ê re tînin ziman de, li ser milan birin Meydana Şehîdan. Di meşê de her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên YPG, YPJ û TEV-DEM’ê hatine vekirin.
Li Meydana Şehîdan ji bo Mehmûd Osman merasîm hate lidarxistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de, li ser navê malbata şervanên YPG’ê Kanîwar Osman, SZK, Konferdresyona Xendekarên Kurd ên Welatparêz û meclîsa Gel a Dirbêsiyê axaftin hatin kirin.Di axaftinan de soza şopandina riya şehîdan û parastina destkeftiyên şoreşa Rojava hate dayîn.
Piştî axaftinan cenazeyê şervanên YPG’ê Karwan Mehmûd Osman bi karwanekî wesayîtan birin Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê û li vir bi diruşme û tilîliyan spartin axê.