Bi hezaran kes li ber girtîgeha Şakran û Kiriklarê ne

Bi hezaran kes li ber girtîgeha Şakran û Kiriklarê ne

Bi hezaran kesên xizmên girtiyan û rêveberên sazî û partiyan li ber girtîgehên Şakran û Kiriklarê kom bûn û çalakî pêk anîn. Bi hezaran kesan diyar kirin ku, daxwazên girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê daxwazên wanin jî. Malbatan bang li her kesî kirin û xwestin rê li pêşiya mirinan bigirin. Li Antalya, Mêrsîn, Bîsmîl û Qoserê jî bi heman armancê çalakî hatin lidarxistin.

ÎZMÎR

Bi hezaran kesên di pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Îzmir, Aydin, Manisa û Balikesirê de li ber girtîgeha Şakranê kom bûn, piştgiriya xwe dan girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê yên ku 45 rojin ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê gelê Kurd ên demokratîk ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Bi hezaran kesên li pêş Şakranê kom bûn heta girtîgeha Şakranê meşek pêk anîn. Girsê di meşê de pankartên "Li Girtîgehan greva birçîbûnê di sînorê mirinê de ye! Em destûr nedin mirinê" vekirin.

Girseyê di meşê de bê navber sloganên "PKK gele, gel li vire", "Berxwedêrên zindanan rûmeta me ne." berz kirin. Komê dîsa dowîzên "Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurde" û "Bila komkujiya siyasî bi dawî bibe" bilind kirin. Girseya ku bê navber di jibo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dirûşme bilind kirin, hêrsa xwe anîn ziman. Girseyê beriya daxuyaniyê bidin çapemeniyê ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Rêveberê BDP'e yê Bajar Alî Îhsan Toprak diyar kir ku, ji ber pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin girtî ketine grevê û wiha got: "Daxwazên girtiyan daxwazên me ne. Em bang li her kesî dikin ku li daxwazên girtiyan xwedî derkevin. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe, diyalog û muzakere dest pê bike.

Toprak, destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê dixwaze pirsgirêka kurd bi înkar û îmhayê çareser bike, lê ew vê yekê qebûl nakin.

DAYÎKÊN AŞTIYÊ LI BER ŞAKRANÊ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ PÊK ANÎN

Pişti daxuyaniyê dayîkên aştiyê li ber girtîgeha Şakranê çalakiya rûniştine pêk anîn. Çalakiya rûniştinê ya dayikan a li ber girtîgehê didome.

GIRTIYÊN KIRIKLARÊ BI "BIJÎ SEROK APO" PIŞTIRÎ DAN ÇALAKIYÊ

Li ber Gitîgeha Tîpa F ya Kiriklarê jî bi sedan kes kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Girsê li ber Kiriklarê pankarta "Daxwazên girtiyên siyasi daxwazên me ne" vekirin û bê navber dirûşmeyên "Girtiyên şoreşger rûmeta me ne" û "Bijî Serok Apo", "PKK gele, gel li vire" qêriyan. Dema girsê çalakî pêk anî girtiyan ji bi sloganên "Bijî Serok Apo" bersiv da çalakiyê. Serokê BDP'a Îzmirê Fuat Mikailoglu daxuyani da û piştgiriya xwe anî ziman.

ALINTERÎ ŞANOYA TEVGERA ÎZMIRÊ Û CIWANÊN SOSYALÎST Û ANARŞIST PIŞTGIRI DAN GREVÊ

Li ber avahiya TAY-DER'a Îzmirê jî ciwan û endamên Alinterî, Şanoya Tevgera Îzmirê û Ciwanên Sosyalîst û Anarşîst piştgiri dan greva girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê.

Rêxistina BDP'ê ya Antalyayê jî bi heman armancê jî heta avahiya Muratpaşa ya AKP'ê meş pêk anî. Bi sedan kesên ku rêveberên BDP'ê jî di navde di meşê de slogan qêriyan û daxwazên xwe anîn ziman. Serokê BDP'a Antalyayê Îhsan Nergiz diyar kir ku, piştgiriya xwe didin girtiyan û li daxwazên wan xwedî derdikevin. Nergiz xwest tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û daxwazên girtiyan li ber çavan bên girtin.

Komê piştî daxuyanî da çelenga reş danî ber avahiya AKP'ê.

MÊRSÎN

Rêxistina BDP'ê ya Tarsûsê jî li avahiya BDP'ê çalakiya birçîbûnê da destpêkirin. Rêveberên BDP'ê û xizmên girtiyan tevlî çalakiyê bûn. 10 kesên ku rêveberên BDP'ê ya Mêrsînê jî di nav de dest bi çalakiya grevê kirin û daxuyanî dan. Wekîlê Serokê BDP'a Mêrsînê Îrfan Yucel ani ziman ku, daxwazên girtiyan daxwazên wanin û dê heta dawî piştgiriye bidin girtiyan. Çalakî dê 3 rojan bidome.

BÎSMÎL/QOSER

Li navçeya Bîsmîlê ya Amede jî bi heman armancê ji bo 2 rojan çalakiya birçîbûnê destpê kir. Çalakiya ku li avahiya BDP'ê ya Bîsmîlê hate destpêkirin bi girseyî hate ziyaretkirin. Li salona BDP'ê dowîzên "Berxwedana we berxwedana me ye", "Berxwedana zindanê slav dikin", "Bê Serok jiyan nabe" û "An azadî an azadî" vekirin.

Çalakiya li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê jî bedewam dike. Endam û rêveberên BDP'ê jî tevlî çalakiyê bûn. Komê di çalakiyê de sloganên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" qêriyan.

Bi boneya piştgiriyê li ber Girtîgeha Tipa E ya Mêrdînê Fettah Tekin, Abdullah Dal û Zedan Akgul, Metin Aslan, Cengiz Demirkıran, Musa Ýldem, Fadile Solmaz, Suphiye Babayigit, Cihan Tekin û Mizgin Çoku dest bi çalakiya grevê kirin.

Çalakî bi rûniştina 5 deqiqeyan bi dawî bû.