Bêwijdaniya bi teqsît!

Bêwijdaniya bi teqsît!

Li Edeneyê zarokê bi navê Ahmet Yildiz 13 salî ku di ber makîneya presê de ma û jiyana xwe dest da, der barê mirina wî de doz hatibû vekirin û doz bi encam bû. Karsaz destpêkê rastî 6 sal ceza hat. Piştre ceza rojê bi 20 Lîra pere teqsît veguhertin cezayê pere.

Li Edeneyê di 14’ê Adarê  de zarokê bi navê Ahmet Yildiz ku li fabrîkaya plastîkê ya bê ruhsat de dihat xebitandin û di ber makîneya presê de ma jiyana xwe ji dest da û der barê mirina wî de li 6’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Asliyê hat dîtin.

Dadgehê destpêkê 6 sal ceza da xwediyê fabrîkayê Alî Koç. Lê ji ber sedema rewşa baş despêkê daxistin  4 sal û 2 mehan.  Piştre cezayê wî ji ber rewşa wî ya poşmaniyê û ji ber xwedî malbat û pîşeya cezayê wî veguhertin pere.

Dadgehê biryar da ku Koç,  3 hezar û 40 TL pere bide malbata Yildiz û ev jî li 24 teqsîdan rojê 20 TL’yî dê bê dayîn. Li ser vê Koç hat berdan.

Komeleya Zarokan a Gundem biryar nirxandin û bertek nîşanê biryar û hinceta biryarê dan. Komeleyê da zanîn ku ew dê ji temyîza dosyayê serlêdanê bikin.

Komeleyê bang ki rku divê her kes dozê bişopîne û ji bo kes nemire dengê xwe bilind bikin.