Beştaş: AKP ji bo şirîkê xwe yê biçûk benda hilbijartinê kêm dike

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku kêmkirina benda hilbijartinê di asta ji sedî 7'an de, "bertîl û diyariyeke siyasî" ji bo "şirîkê biçûk" MHP'ê ye.

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xist û bang li gelan kir ku 21'ê Adarê tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin.

Meral Daniş Beştaş bal kişand ser qanûna hilbijartinê ku desthilatdariya AKP'ê xistiye rojevê û got, "Weke ku tê zanîn, benda hilbijartinê ji bo Kurd nikaribin xwe bigihînin meclîsê hate danîn. HDP'ê benda hilbijartinê sala 2015'an têk bir. Niha jî ji ber ku benda hilbijartinê li dijî şirîkê biçûk ê desthilatdariyê ye, ji bo wî şirîkê rizgar bikin, pêşnûmeyek amade kirine. Ev yek bertîleke siyasî ye. Anket hemû nîşan didin ku MHP di binê bendê de dimîne."

Meral Daniş Beştaş bi bîr xist ku desthilatdariyê beriya bi salan dikarîbû benda hilbijartinê kêm bike, lê nekirin û got, "Niha ev yek kirin. Benda hilbijartinê daxistin ji sedî 7'an. Her kes pê zane ku ev yek ji bo MHP'ê hatiye kirin. Ji ber ku li paşeroja xwe difikirin, vê dikin. Bertîlek û diyariyeke siyasî ye ji bo şirîkê biçûk."