Besê Hozat: Rûbirûbûna bi Roboskî re rûbirûbûna bi dîroka sed salî re ye
Besê Hozat: Rûbirûbûna bi Roboskî re rûbirûbûna bi dîroka sed salî re ye
Besê Hozat: Rûbirûbûna bi Roboskî re rûbirûbûna bi dîroka sed salî re ye
Hevseroka Desteya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, di duyemîn salvegera komkujiya Roboskî de axivî û diyar kir ku bi zanebûn ser komkujiyê tê nixumandin. Hozat da zanîn ku yên komkujî kirine hêzên desthilatdarî di destê wan de ne û got, "Kî wê kê darezîne? Hêzên komkujî kirine, hêzên Tirkiyê birêve dibin e."
Besê Hozat ragihand ku dadgerî serbixwe nîne, lewma darizandin jî ne li gorî hiqûqê, li gorî nêzîkatiya siyasî tê kirin û destnîşan kir kuk rûbirûbûna dewleta Tirk bi polîtîkaya xwe ya înkar û tinekirinê ya sed salî, dê bibe wesîle ji bo ronîkirina kuştîn û komkujiyên di tarîtiyê de mane. Hozat got, "Eger dewlet komkujiya Roboskî ronî bike, hingî wê dest ji polîtîkayên xwe yên tinekirina Kurdan jî berde." Hozat nêzîkatiya DMME li Roboskî, bi têkiliyên berjewendiyên xwe yên bi pirsgirêka Kurd û Tirkiyeyê ve girê da û got, "Ya rast, li holê tiştekî kiryar nediyar nîne. Kiryarê hemûyan jî diyar e." Hozat destnîşan kir ku nêzîkatiya DMME bi polîtîkaya Ewropayê ya der heqê Kurdan ve girêdayî ye.
Hevseroka Desteya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, der heqê komkujiya Roboskî de ji ANF'ê re nirxandin kir.
Hozat bibîr xist ku di ser komkujiya kiryar diyar de du sal derbas bûne û destnîşan kir ku komkujî ji aliyê hikûmeta AKP û dewleta paralel a Fehtûllah Gulen ve bi hevkarî hatiye kirin. Besê Hozat got, "Ser vê komkujiya ku dikare gelekî hêsanî bê ronîkirin, hat nixumandin. Ev komkujî ji aliyê dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ve hat kirin. Dewleta paralele a Fethûllah Gulen jî di nava vî karî de heye, li navenda wê cih digire. Eger bê bîra we F. Gulen digot, 'Koka Kurdan tine bikin'. Fetwa dida, ferman li derdora xwe dibarand. Operasyonên KCK'ê bi vî rengî rû dan. Niha zêdeyî deh hezar siyasî tên ragirtin. Pêvajoya ku komkujî lê hat kirin, pêvajoyeke ku cemaet û AKP'ê konsepteke giştî ya şer xistibû dewrê bû. Siyaseteke qirkirinê dihat meşandin. Komkujiya Roboskî jî weke parçeyek ji vê siyaseta qirkirinê rû da. Komkujiyek gelekî berfireh li ser hat axivîn, hat plankirin e. Bi çavtirsandina Kurdan re hewl hat dayîn vîna wan bê şikandin û teslîm bên girtin. Ji ber ku di tevahiya dîrokê de Kurd timî bi komkujiyan hatine eciqandin û dûre teslîm hatine girtin. Bi komkujiya Roboskî re jî xwestin heman encamê bi dest bixin. Lewma komkujiya Roboskî biryareke siyasî bû û yê ku ev pêk anî jî artêş e."
YÊ KU DIVÊ DI SERÎ DE BÊ DARIZANDIN ERDOGAN E
Besê Hozat da zanîn ku ji ber vê sedemê di dosya Roboskî de pêşketin rû nedaye û got, "Dê hesap ji kê bipirsin, dê kê darezînin?". Hozat axaftina xwe wiha dewam kir:
"Eger darizandin were kirin, divê beriya her tiştî Erdogan û AKP bên darizandin. Divê cemaeta Gulen bê darizandin. Wekî din divê artêşa ku fermana van hêzan bicih anî, bê darizandin. Başe gelo kiyê vê bike? Ne kesek! Kiyê kê darezîne? Yên ku komkujî kirine hêzên niha Tirkiyê birêve dibin ye. Hêzên Tirkiyê birêve dibin gelo dê xwe bi xwe darezînin? Ev ne pêkan e. Di rastiya Tirkiyê de kengî hêzên komkujî kirine xwe darizandine ku dê niha xwe darizînin? Nikarin darizînin. Ji bo karibin darizandineke bi vî rengî bikin, pêwîste şoreşeke bingehîn a zîhniyet û wicdanî bikin, ji Kurdan efûyê bixwazin. Mixabin li Tirkiyê çandeke bi vî rengî ya siyasî û exlaqî nîne."
JI BO KURDAN HIQÛQA HEQANÎ NÎNE
Besê Hozat da xuyakirin ku li Tirkiyeyê hiqûq li gorî siyasetê tê meşandin, kes nikare behsa hiqûqeke serbixwe û heqanî bike. Hozat anî ziman ku di doza Roboskî de jî heman tişt derbasdar e û da zanîn ku eger nêzîkatiya dewleta Tirk a siyasî ya li Roboskî biguhere, dê di nêzîkatiya hiqûqî de jî guhertin çê bibin.
Hozat got, "Ji xwe hiqûqa Tirk hiqûqeke mêtînger e. Xwe dispêre îdeolojiyeke mêtînger, polîtîkaya înkar û tinekirinê ji xwe re esas digire. Ji vî alî ve di mijara Roboskî de, bendemayîna encameke erênî ji hiqûqa dewleta Tirk, safîtî ye. Eger nêzîkatiya siyasî ya dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ya li Roboskî bê guhertin, hingî nêzîkatiya hiqûqî dikare biguhere. Ev yek jî pêwendiya xwe bi nêzîkatiya dewlet û AKP'ê ya li pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Eger dewleta Tirk û AKP ji bo pirsgirêka Kurd xwedî konsepteke çareserî û pêşvebirina pêvajoya muzakereyê be, hingî dê bi komkujiya Roboskî re jî rûbirû bibe, dê li xwe mukur were ku komkujî kiriye û hesabê wê jî bide. Lewma nêzîkatiya li komkujiya Roboskî di nêzîkatiya li pêvajoya çareseriya demokratîk de rola kaxiza tûrnûsol dileyze."
Besê Hozat da xuyakirin ku di rojeva AKP'ê de ronîkirina komkujiyan û darizandina kuştinên kiryar ne diyar nîne û got, "AKP'ê ne komkujî û qetilkirinên beriya desthilatdariya xwe ne jî yên di dema desthilatdariya xwe lêpirsîn nekiriye û darizandina wê pêk neaniye. Ti cudahiyeke diyar a AKP'ê ji desthilatdariyên beriya xwe nîne. Bi taybetî di mijara Kurdan de zîhniyet û polîtîkaya AKP'ê mîna yên beriya wê ye. AKP mîna yên beriya xwe zîhniyet û polîtîkaya înkar û tinekirinê dimeşîne. Têkoşîna me, di siyaseta Tirkiyê de hin tişt şikand. Polîtîkaya înkarê ya hişk a li hemberî Kurdan ji holê hat rakirin. Îro êdî her kes dibêje Kurd hene. Dibêjin gelekî wiha heye, welatekî vî gelî heye, ziman û çandeke vî gelî heye. Têkoşîna me ev bi ser xist, Tirkiye anî wê nuqteyê ku hebûna Kurdan qebûl dike. Gotina 'Kurd heye' ne ji demokratiya AKP'ê ye, têkoşîna me AKP û Tirkiye anî wê nuqteyê."
YÊN KUŞTINÊN KIRYAR NE DIYAR KRIN, ÎRO JÎ ROBOSKÎ KIRIN
Hevseroka Desteya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku rûbirûbûna bi Roboskî re tê wateya rûbirûbûna bi polîtîkaya înkar û tinekirinê ya sed salan a dewletê û got, "Lewma ev yek dê bê wateya rûbirûbûna bi kuştinên kiryar ne diyar ên salên 90'î." Hozat da xuyakirin ku yên kuştinên kiryar ne diyar kirine û yên polîtîkaya sed salan a tinekirinê meşandine, heman zîhniyet û hêzên komkujiya Roboskî kirine.
Besê Hozat di dewama nirxandina xwe de got, "Eger Roboskî bê ronîkirin, yanî eger dewlet û AKP li xwe mukur bên, dê hingî dest ji polîtîkayên xwe yên tinekirina Kurdan jî berdin. Aliyekî vê yê bi vî rengî girîng jî heye. Ev yek wê bi xwe re, rûbirûbûnek bi kuştinên kiryar nediyar ên salên 90'î û qirkirinên sed salan bîne, dê bibe wesîle ji bo ronîkirina hemû komkujî û qetilkirinan."
Hevseroka Desteya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat helwesta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser doza Roboskî jî nirxand û bibîr xist ku dadgehê doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komploya navneteweyî jî weke dozeke şexsî girtiye dest û got, "Doza Rêberê me doza gelekî bû. Doza gelekî li aliyekî, dozeke mirovahiyê bû. DMME ev doz jî weke dozeke şexsî girt dest û nêzîkatiyeke erzan, polîtîk û pragmatîk nîşan da. Ewropa li hemberî Kurdan gelekî zalim û mêtînger e. Li pêşberî Kurdan gelekî durû û pragmatîk e. Nêzîkatiya DMME li Kurdan li gorî berjewendiyên siyasî yên rojane yên Ewropayê ye. Dema Kurd dibe mijara gotinê, têkiliyên siyasî, berjewendiyên navneteweyî yekser dikevin dewrê û helwest li dijî Kurdan diguhere. Heta ku polîtîkaya Ewropayê ya li ser Kurdan neguhere, xeyale ku DMME der heqê Roboskî de biryareke erênî bide. Nêzîkatiya DMME li Roboskî yekser pêwendiya xwe bi têkiliyên berjewendiyan ên bi Tirkiyê re heye."
Hevseroka Desteya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir ku rêya herî bi bandor û rast a ronîkirina hemû qirêjiyên dewletê û hesabpirsînê, rêxistinkirina sîstema rêveberiya cewherî ye û got, "Ji bo vê jî pêwîste li her qadê parastina cewherî were pêşxistin." Hozat ev bang kir:
"Rêxistinkirina sîstemên aboriyê yên Kurdan, sîstema herî mezin a parastina cewherî ye. Rêxistinkirina qada perwerdeyê, avakirina dibistanên bi perwerdeya zimanê dayikê, veguherandina her malê weke qada perwerdeyê, sîstema herî mezin a parastina cewherî ye. Rêxistinkirina komun û meclîsan, bi avakirina sîstemên rêveberiya cewherî re rêvebirina xwe bi xwe, sîstema herî mezin a parastina cewherî ye. Avakirina akademiyên hilberîna siyasî, teorîk û îdeolojîk, afirandina siyasetmedar û kadroyên karibin bersivê bidin pêdiviyên sîstema demokratîk, sîstema herî mezin a parastina cewherî ye. Rêxistinkirina yekîneyên parastina cewherî li dijî êrîşên fîzîkî yên sîstema mêtînger, sîstema herî mezin a parastina cewherî ye. Eger Kurd li van hemû qadan karibin xwe birêxistin bikin û azad bikin, hingî dewleta Tirk û hikûmeta AKP jî wê neçar bimînin bi rastiyan re rûbirû bimînin. Maf jî mafdarî jî dê şûna xwe bibîne. Ji bo pêvajoya ji niha û pê ve emê di nava hewldan û têkoşîneke mezin de bin ku ev xalên min destnîşan kir, birêxistin bikin û bi pêş bixin. Ronîkirina rastiyan bê têkoşîn û bê rêxisinbûyînê nabe. Xebatên ronîkirina rastiyan, bi têkoşîneke bilind û rêxistinkirina sîstema demokratîk dê bimeşe."