Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Almanyayê hatin bîranîn
Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Almanyayê hatin bîranîn
Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Almanyayê hatin bîranîn
Ji pêşengên PKK’ê Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz ên li zindana Amedê di 14’ê Tîrmeha 1982’an li hemberî îşkence û zextan dest bi rojiya mirinê kirin, li bajarên Essen, Dortmun, Koln û Diusburg yên Almanyayê hatin bîranîn. Axaftinên ku di merasima bîranînê de hatin kirin û hate gotin ku, destkeftiyên kurdan ên îro, dengdarên berxwedana şertên wê demê ne.
Bi ahengên bîranînê ên li bajarên Essen, Dormund, Koln û Duisburg ên bajarê Almanyayê de Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz hatin bîranîn. Di ahenga bîranînê ya ku bi sedan kes tevlîbûyî de balkişandin ser kesayeta wan ya berxwedêr û dane diyarkirin ku, ew kevirên bingehîn ên tekoşîna azadiya Kurdanin.
‘14’Ê TÎRMEHÊ RIHÊ BERXWEDANÊ AVA KIR’
Ahenga bîranînê ya li bajarê Essenê li komeleya Piştevaniya Alman-Kurdan hate li darxistin. Ahenga bîranînê ya bidehan kes tevlîbûn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di ahenga ku quncikên ji wêneyên Kemal Pîr, Hayrî Durmuş û Mahsûm Korkmaz pêkhatî de, ji şahidên wê demê siyasetmedar Ehmed Surucu ew pêvajo vegotin. Surucu da diyarkirin ku, di demekî her tişt qedexekirî, zext di asta herî jor de, kulmek ya ciwana ji bo ji vê rewşê re bêje raweste dest bi tekoşînê kirin û mîrasek mezin yê berxwedanê li Kurdistanê hiştin.
‘PÊWÎSTE EM XWEDÎ LI RIHÊ BERXWEDANA WAN DERBIKEVIN’
Di ahenga bîranînê ya li bajarê Kolnê jî li komeleya Mala Kurdan hate li darxistin. Di ahenga bîranînê ya ku nêzî 100 kesan tevlîbûn, di axaftinên kirî de berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn û sozdan ku dê bi tekoşîna wan ve girêdayî bin.
Li bajarê Duisburgê jî nêzî 60 kesan li komeleya Navenda Piştevaniya Kurdistanê kombûn. Li vir Serokê Meclisa Gel Nûh Yildirim axaftinek kir û bang kir ku, her kes xwedî li ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê derbikevin.
Li Dortmundê jî bi dehan kes ji bo Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz bibîr bînin, li komeleya Kurdan û Almanan hatin gel hev.