Berxwedana malbatên girtiyan a Nobeda Edaletê dewam dike

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan li Wan û Îzmîrê berdewam dike. Li her du bajaran careke din hat xwestin ku girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan.

Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin dane destpêkirin berdewam dike.

WAN

Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin dane destpêkirin li pêş Kampusa Girtîgehên Wanê berdewam kir. TUHAY-DER, DBP, HDP, OHD, TÎHV, Odeya Tabîban a Wan û Colemêrgê û parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan jî di nav de piştgirî da malbatan. Destûr nehat dayîn ku malbatên girtiyan daxuyaniyê bidin û rojnamevan bikevin qadê. Cendermeya malbatên girtiyan dorpêçkirin. Ji ber ku destûr nehat dayîn malbatan daxuyanî li TÛHAY-DER’a Wanê da.

‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ LI HEMÛ GIRTÎGEHAN BELAV BÛYE‘

Di daxuyaniyê de Hevseroka TUHAY-DER’a Wanê Edîbe Babûr axivî û bertek nîşanî astengkirina daxuyaniyê da. Babûr bi bîr xist ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê belavî hemû girtîgehan bûye û wiha got: “Îro li girtîgehan bi hezaran binpêkirinên mafan diqewimin û gelek girtî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest didin. Malbatên me jî ji bo ji binpêkirinên mafan ên girtîgehan re bêjin bes e hewl didin rojevekê ava bikin. Lê mixabin hêzên ewlehiyê vê asteng dikin û hewl didin êrîşî dayikên me bikin. Nobeta edaletê ya malbatên me wê bidome. Em jî careke din ji vir dibêjin em li rex malbatên xwe ne.”

ÎZMÎR

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Baroya Îzmîrê dabûn destpêkirin di roja 48’emîn de berdewam dike. Malbat li ber avahiya Baroyê kom bûn. Rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Karabaglara Îzmîrê serdana malbatan kirin. Di Nobeda Edaletê de malbatan bertek nîşanî şerê li dijî Başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin dan.

‘KURD BI ÊRÎŞ Û ŞER NAQEDIN‘

Di çalakiya Nobeda Edaletê de Hanim Yildirim a hevjîna Abdulbahrî Yildirim ê 29 sal in girtî ye axivî û bertek nîşanî êrîşên dagirkirinê yên li ser Başûr da. Yildirim destnîşan kir ku bi vê êrîşê dixwazin Kurdan biqedînin û got: “Lê vê yekê baş bizanibin, Kurd bi êrîş û şer naqedin. Wê ev polîtîkayên zextdarî û şer jî tu encamê negirin. Wê Kurd dest ji têkoşîna xwe bernedin. Divê êrîş bê sekinandin.”

Hevserokê HDP’a Karabaglarê Îsmaîl Başçi jî anî ziman ku ji bilî berxwedanê tu rêyek li ber Kurdan nameye û çawa şerên din bê encam man dê ev şer jî bê encam bimîne.