Berxwedana li Îranê mezin dibe
Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê her ku diçe berfirehtir û mezin dibe. Hêzên Îranê li Zahidanê careke din xwepêşander qetil kirin.
Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê her ku diçe berfirehtir û mezin dibe. Hêzên Îranê li Zahidanê careke din xwepêşander qetil kirin.
Li bajarên Sine, Urmiye, Kirmaşan, Qesirî Şirîn, Seqiz, Merîwan, Mahabad, Bokan, Serpêl Zehaw, Miyanduav û Brûcêrd û Loristanê duh di roja 45’an de xwepêşandan û nerazîbûnan berdewam kirin.
Li gelek taxên Sine ciwanan bi pêxistina agir û rêgirtinê nerazîbûn nîşandan.
Her wiha li qada Sine, piştî ciwanê bi navê Efşîn Morowetî ji aliyê hêzên Îranê ve bi birîndarî hate destgîrkirin û nûçeya qetilkirina wî hate parvekirin, gelek welatiyên Sine li ber nexweşxaneyê kom bûn û di navbera wan û hêzên Îranê de alozî derket.
Li aliyê din hêzên Îranê êrîşê malên xwendevanên zanîngeha Sine kirin û tê gotin ku herî kêm 8 xwendevan birîndar bûne.
3 KESÊN DIN HATIN QETILKIRIN
Li seranserî Îranê jî, di roja Înê de weke Înên borî bi hezaran kes daketin qadan. Li bajarê Zahidanê hêzên dewleta Îranê gule li xwepêşanderan reşandin. Li gorî çavkaniyên nûçeyan, li Zahidanê 3 kesan jiyana xwe ji dest dane, 2 jê zarok in. Nêzî 45 kes jî birîndar bûne.
Li Tehran, Erak, Tonêkabon, Amol, Babol, Serawan û Îranşehrê jî xwepêşandan û nerazîbûn hebûn.
Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê heta niha di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de 253 kes hatine qetilkirin, ji vana 34 zarok in.
Duh Wezareta Îttîlaatê ya Îranê di raporeke 30 rûpelî de xwepêşandan xiste stûyê saziyên îstîxbaratê yên weke MOSAD û CIA’yê û rewş weke plana wan bi nav kir. Her wiha torên civakî yên weke twîtter û gelek saziyên ragihandinê û rêxistinên navneteweyî bêyî ku belge nîşan bide bi tevlîbûna vê planê sûcdar kir.