Berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’ di roja 156’an de didome
Berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’ ya ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kiribû, 5 mehên xwe qedand.
Berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’ ya ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kiribû, 5 mehên xwe qedand.
Li pişt belavbûna qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ku di 12’ê Îlona sala 2022’yan de ji aliyê polîsên hîcab ên dewleta Îranê ve hatibû qetilkirin, di bin pêşengtiya jinan de ji Tehranê heta Rojhilatê Kurdistanê welatî daketin kolanan û xwepêşandan li darxistin. Xwepêşandanên ku bi navê Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li seranserê cîhanê belavbûyî, 5 mehan temam dike. Tevî kuştin, girtin, êşkence û darvekirinan berxwedan didome.
Duh li bajarên weke Zahîdan û Xaş yên parêzgeha Sistan û Belucistanê, meş û xwepêşandanên mezin hatin lidarxistin.
Xwepêşanderan dirûşmeyên li dijî dîktatorî, tepisandin û darvekirinan berz kirin. Her wiha xwepêşanderên Beluc daxwaza azadkirina girtiyên Sîstanê kirin.
Ji beriya destpêkirina xwepêşandanan, Melayê Mizgefta Mekî ya Zahîdanê Mela Ebdulhemîd Îsmaîl Zihî, di xudbeyê de carek din daxwaza referanduma azadane kir ku xelk bi xwe biryara sîstema siyasî ya Îranê bidin.
Heman demê de duh li bajarên Sine û Serdeşt ên Rojhilatê Kurdistanê, li dijî girtina melayên ku piştgiriya xwepêşanderan kiribûn, xwepêşandan hatin li darxistin.
Li gundê Nenele yê bajarê Sine, wek 3 îniyên borî li ber mizgefta gund çalakî hat lidarxistin û nerazîbûn li dijî siyaseta zext û tepisandinê ya ku ji aliyê dewleta Îranê ve tê rêvebirin nîşandan. Her wiha xwepêşanderan daxwaza berdana Mela Îbrahîm Kerîmî Neneleyan kirin ku ji beriya 3 heftiyan bi tometa piştgiriya xwepêşandanan kiriye, ji aliyê hêzên desthilata Îranê ve hatibû girtin.
Li bajarê Serdeşt xelk li dijî girtina melayê mizgefta gundê Marexan Mela Fethula Rostemî kom bûn û xwestin bê berdan.
Di 14’ê Sibatê de melayê mizgefta gundê Marexan a bajarê Serdeşt Fethula Rostemî, di dema ku refaqetiya karwanê alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê yên bajarê Xoyê dikir, li benda kontrolê ya bajarê Urmiye ji aliyê hêzên ser bi dewleta Îranê ve hat destgîrkirin û ew birin cihekî nediyar.
Her wiha duh li bajarokê Galîk a ser bi parêzgeha Gulistan ve weke gelek îniyên borî li dijî ji kar dûrxistina melayê bajarê Azadşehîr Mela Mihemed Hisên Gurgîc, xwepêşandan hat lidarxistin û xwepêşanderan piştgiriya xwe ya ji bo xwepêşandanên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nîşan dan.
Li dervey Îranê jî piştgiriya ji bo Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berdewam bû. Duh di dema vekirina Festîvala Filman a Berlînê de, hinek jinên aktor dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berzkirin.
Her wiha li Elmanyayê jî biryare di Konferansa Ewlekariyê ya Mûnihê de bi navê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bên guftugokirin.