Înîsiyatîfa Azadî ji bo Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, li dijî qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya bi şeş mehan, daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de bal bi ser qedexeya ji bo hevdîtinê de hatî dayîn û wiha hat gotin: ‘’Dewleta Tirk, wek her car biryarek da û hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re bi şeş mehan qedexe kir.
Ev biryar, nîşaneya berdewamiya binpêkirina mafên mirovan a ji aliyê dewleta Tirk ve û komploya navneteweyî ya berpêyî Rêber Abdullah Ocalan e. Dewleta Tirk, hewl dide ku vîna azad a Kurdan tune bike, nehêle Kurd bigihîjin armanca xwe. Bi pêkanînên wiha, dixwaze vîna xurt a Rêber Ocalan bişikîne.’’
‘DEWLETA TIRK DEV JI DEK Û DOLABÊN XWE BERNADE’
Înisiyatîfê her wiha got ku dewleta Tirk tevî ku rû bi rûyê hilweşîna aborî, betalî û hêrsa gel e beriya hilbijartinê di tengasiyê de ye, bi dek û dolaban dixwaze komployê temam bike.
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşankirin: ‘’Doza Kurd a fikira jiyana demokratîk, aştiyane û hevpar ji bo Tirkiye û mirovahiyê çareseriya herî guncav e. Ev ceza, li dijî qanûn û peymanên navneteweyî ye jî. Mînaka tecrîda bi 23 salan a li ser Rêber Ocalan li ser rûyê erdê nîn e.’’
‘ÎMRALI JI GÛANTANAMOYÊ XIRABTIR E’
Înisiyatîfê anî ziman ku Îmrali, ji Gûantanamoyê jî xirabtir e û wiha pêde çû: ‘’Tecrîda li ser Rêbertiyê berdewam e. Lewma wê Kurd heta ku Rêbertî bi fizîkî azad bibe, li têkoşînê dewam bikin.’’
Înîsiyatîfê, di dawiya daxuyaniya xwe de banga ‘’Em bang li gelê xwe, dostên azadîxwaz, aştîxwaz û demokrasîxwaz dikin ku berxwedana xwe ya li cîhanê bi hêz bikin. Tecrîda bi bêexlaqî ya li ser Rêber Apo bişikînin û li ber dek û dolabên dewleta Tirk a faşîst rabin.’’