Berpirsyariya şewata li Aksarayê, Însiyatîfa Zarokên Agir li xwe girt
Li Aksarayê 12'ê Adarê li girtîgeha berê şewatekê rû dabû. Însiyatîfa Zarokên Agir berpirsyariya şewatê li xwe girt.
Li Aksarayê 12'ê Adarê li girtîgeha berê şewatekê rû dabû. Însiyatîfa Zarokên Agir berpirsyariya şewatê li xwe girt.
Însiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku wan girtîgeha di çaryeka destpêkê ya salên 1900'î de hate avakirin û weke "êşkencexaneyê" pênase dikir, şewitandine.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Yek ji êşkencexaneyên komara Tirkiyeyê Girtîgeha Aksarayê ku salên 1930'î li Aksarayê hate avakirin, di 12'ê Adara 2022'an de ji bo Kurdên ku li zindanan hatin qetilkirin, hate şewitandin."