Bernameya Newroza îsal hat eşkerekirin
Di programa Newroza îsal a wê bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” bê lidarxistin de “Azadî ji bo Ocalan” wê rojeva sereke be.
Di programa Newroza îsal a wê bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” bê lidarxistin de “Azadî ji bo Ocalan” wê rojeva sereke be.
Newroza îsal wê bi dirûşmeya "Dema dema serkeftinê ye" bê pîrozkirin û starta pîrozbahiyên wê wê di 10'ê Adarê de li Amewê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) bi deklarasyonekê bê dayîn. Deklarasyon wê di 10'ê Adarê de li Amewê bi pêşengiya KCD, TJA, DBP, HDP û bi beşdarbûna partiyên di nava Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin bê aşkerekirin û di 11'ê Adarê de jî wê li Stenbolê bi pêşengiya HDK û HDP'ê bi beşdarbûna partiyên çep, sosyalîst û rêxistinên demokratîk deklarasyon bê aşkerekirin. Agirê Newrozê wê 29 jê bajar li 62 navendan bê vêxistin.
AZADIYA OCALAN ROJEVA SEREKE YE
Rojeva sereke ya Newroza 2022'yan wê tecrîda li Îmraliyê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be. Wê di pîrozbahiyan de girîngiya yekîtiya neteweyî, berxwedana li dijî êrişên ji 23'yê Nîsana 2021'ê ve li Herêma Kurdistana Federe didomin, berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin, têkoşîna li dijî krîza aborî û xizaniyê bê destnîşankirin.
WÊ STARTA VÊXISTINA AGIRÊ NEWROZÊ LI BÊŞEBABÊ BÊ DAYIN
Agirê Newroza îsal wê di 15'ê Adarê de ewilî li navçeya Bêşebab a Şirnexê ku nêzî sînorê Herêma Kurdistana Federe ye û êrişên Tirkiyeyê lê didomin, bê vêxistin. Piştî 15'ê Adarê wê agirê Newrozê li her bajarî bê vêxistin û pîrozkirin.
Her wiha wê îsal ji Rojhilata Navîn û Ewropayê ji gelek welatan 200 kes, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî bên vexwandin. Ji Herêma Kurdistana Federe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî wê gelek kes, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bên vexwandin.
Pîrozbahiyên girseyî wê di 19'ê Adarê de dest pê bikin. Pîrozbahî wê di 20'ê Adarê de li Wan û Stenbolê bidomin û fînala wê jî wê i 21'ê Adarê de li Amewê bê kirin.
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Heveroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, BErdevka HDP'ê Ebrû Gunay û parlementer wê tevli pîrozbahiya Newrozê ya li Bêşebabê bibin. Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û hunermend Koma Sorjiyan, Grup Vardiya, Huriye û Xero Abbas tevli pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê bibin. Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî wê tevli pîrozbahiya Newrozê ya Îzmîrê bibin.
FÎNAL WÊ AMED BE
Fînala pîrozbahiyê wê di 21'ê Adarê de li Amewê be. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, li ser navê Xebatên Tifaqa Kurdî Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê Ayetûllah Aşitî û hunermend Rojda, Azad Bedran, Servet Kocakaya, Kazo û Elenora tevli pîrozbahiya Newroza Amewê bibin.
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir û hunermend Şerzad, Pinar Aydinlar, Lawje û Şiyar Berwarî jî wê di 21'ê Adarê de tevli pîrozbahiya Newrozê ya li Cizîrê bibin.
Newroza îsal wê li van navendan bê pîrozkirin:
15 ADAR
Bêşebab
17 ADAR
Erdîş
19 ADAR
Bismil, Çêrmûg, Hezro,
Dersim,
Qereqoçan,
Kerboranî Artûklû,
Şirnex,
Basan,
Qileban,
Pirsûs,
Aydin Germencîk, Nazîllî û Soke
Gebze
Mêrsîn
Panos
Îdir
Mûş
Konya Cihanbeylî
20 ADAR
Stenbol
Wan
Semsûr
Farqîn
Çinar
Erxenî
Dîlok
Êlih
Çewlig
Xarpêt
Meletî Yeşîlyûrt
Elbîstan
Wêrik
Qoser
Stewrê
Silopiya
Riha
Aydin
Kepez
Bodrûm
Îzmîr
Denîzlî
Manîsa
Balikesîr Bandirma û Ayvalik
Bûrsa
Çanakkale
Edîrne
Çorlû
Edene
Hatay Dortyol û Îskenderûn
Osmaniye
Eskîşehîr
Bazîd
Tetwan
Colemêrg
Kop
Konya Kûlû
Enqere
21 ADAR
Amed
Nisêbîn
Sêrt
Cizîr
Hezex
Wêranşar
Ceyhan
Agirî
Erdexan
Tekman
Gever
Qers
Konya