Berlîn wê du xebatkarên sefaretxaneya Îranê veder bike

Li Îranê piştî ku cezayê darvekirinê li hemwelatiyekî Elman-Îranê hate birîn, hikumeta Berlînê biryar da ku du xebatkarên sefaretxaneya Îranê ji Elmanyayê derxîne.

Hemwelatiyekî Elman-Îranê yê bi navê Cemşîd Şarmahd piştî ku hatibû destgîrkirin, roja Sêşemê daraza Îranê cezayê darvekirinê lê birîbû. Tê îddîakirin Şarmah ê 67 salî di Nîsana 2008’an de tevlî êrîşa li dijî mizgefteke li bajarê Şîrazê bûye. Di êrîşê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî tê de gelek saziyên sivîl ev biryar şermezar kirin.

Wezîra Karê Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock jî got “Min gazî maslahatguzarê sefaretxaneya Îranê kir û jê re ragihand em ê qebûl nekin ku mafê hemwelatiyekî Elman were binpêkirin.”

Baerbrock got “Hikumetê xwest her du endamên sefaretxaneya Îranê ji Elmanyayê derkevin.”

Piştî ku di 16’ê Îlonê de Jîna Emînî hatibû qetilkirin, Yekîtiya Ewropayê derbarê du wezîrên Îranî û 30 kesên din biryara zextê dabû.