Berhem Salih: Êrişên dewleta Tirk gefeke berçav e, em red dikin!
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê "gefeke berçav a li ser ewlekariya neteweyî ye" û destnîşan kir ku ew "qebûl nakin."
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê "gefeke berçav a li ser ewlekariya neteweyî ye" û destnîşan kir ku ew "qebûl nakin."
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih li ser êrişên dewleta Tirk daxuyaniyek da.
Salih got, "Em êrişên dewleta Tirk ji nêz ve dişopînin" û wiha dewam kir, "Ev êriş bi rengekî berçav gefê li ewlehiya me ya neteweyî dixwe. Êrişên ku tên kirin li gel dijberiya me jî pêk hatin. Beriya niha jî ji bo rawestandina van êrişan me bang kiribûn."
Salih ji bo çareserkirina pirsgirêkan banga diyalogê kir, "Em alîgirê wê ne ku pirsgirêk bi rêbazên demokratîk û diyalogê bêne çareserkirin. Me ji bo vê jî gelek caran bang kir. Em êrişên dewleta Tirk red dikin û qebûl nakin. Em li bendê ne ku hurmetê nîşanî mafên me yên serweriyê bidin."
Serokkomarê Iraqê got, "Polîtîkaya me ya derve û biryarên me yên dewleta Iraqê êrişên dewleta Tirk teqez red dikin. Em ê vê yekê ti carî qebûl nekin."