Bergê Der Spiegel: Şerê bi tenê yê Kurdan ê li dijî DAIŞ'ê

Bergê Der Spiegel: Şerê bi tenê yê Kurdan ê li dijî DAIŞ'ê

Yek ji kovarên sereke yên Elmanyayê Der Spiegel, bi sernavê "Li dijî terorê bi tena serê xwe" têkoşîna Kurdan a li dijî çeteyên DAIŞ'ê kir mijara wêneyê bergê xwe. Kovarê di bergê de cih da wêneyên gerılayeke jin, pêşmerge û zarokên Kurd ên ji hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê reviyane û spota "Pêşveçûna DAIŞ'ê û têkoşîna Kurdan a bi tena serê xwe ya li dijî DAIŞ'ê" bikar anî.

Berxwedana Kobanê ku îro ketiye roja xwe ya 42. di rojeva çapemeniya cîhanê de cihê xwe diparêze. Yek ji kovarên sereke yên Elmanya Der Spigel ku berî du hefteyan polîtîkaya Serokkomarê Tirk Erdogan a der heqê DAIŞ'ê, berxwedana Kobanê û hovîtiya çeteyAên DAIŞ'ê bi sernavê "Artêşa Bêxwedêyan a Xwedê" kir mijara wêneyê berê xwe, mijareke nêzî vê, careke din kir mijara wêneyê bergê.

Di hejmara kovarê ya îro derket de, vê carê bi sernavê "Li dijî terorê bi tena serê xwe" têkoşîna Kurdan a li dijî çeteyên DAIŞ'ê ya li Rojava û Başûrê Kurdistanê bû mijara wêneyê bergê. Kovarê cih da wêneyê gerîlayeke jin, pêşmerge û zarokên Kurd ên ji hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê reviyan  û li ser mijarê dosyayên gelekî berfireh û xwedî çavdêrî, ji xwendevanên xwe re ragihand.

'GELÊ HATIYE TERIKANDIN'

Kovarê di spota wêneyê bergê de nivîsa "Pêşveçûna DAIŞ'ê û têkoşîna Kurdan a bi tena serê xwe ya li dijî vê" nivîsand û di rûpelên navîn de sernavê "Gelê hatiye terikandin-Kurd" bikar anî. Kovarê da xuyakirin ku têkoşîna PKK'ê ya li dijî DAIŞ'ê hêviya dawî ya cîhana rojava ye û pirsa "Têkoşîna bi tenê ya PKK'ê wê li herêmê rê li ber kîjan guhertinan veke?" kir.

Nûçegihanên kovarê yên wêneyên gerîlayên HPG û YJA-STAR ên li Kerkûkê li dijî DAIŞ'ê şer dikin di bergê kovarê de bicih kirin, cih dan çavdêriyên xwe yên li Çiyayê Qendîlê, bakur û rojavayê Kurdistanê. Nûçe-dosyayeke bi heman mijarê ya kovarê bi sernavê "Eniya welat li Sûriyeyê ye" hat weşandin. Di vê nûçeyê de jî hat îdîakirin ku ji bo li dijî DAIŞ'ê şer bikin, ji Elmanyayê nêzî 50 ciwanên Kurd çûne Rojava.

Der Spiegel ku heftane zêdeyî 5 mîlyon xwendevanên wê heye, ne tenê li Elmanyayê li tevahiya Ewropayê yek ji organên dînamîk û bingehîn ê çapemeniya Ewropa ye.