Nêzîkê mehek bi ser erdhejan re buhuriye lê hêj jî hewcedariyên bingehîn ên gel nehatine dîtin. Kesên xizmên wan di bin kavilan de ne, bi alîkariya dilxwazan hewl didin wan ji bin kavilan derbixin. Ava paqij bi destê gel nakeve. Li gel vê, Walîtiya Hatayê got: ‘’AFAD, bi rêk û pêk ava paqij sewqê herême dike, ava me têr heye.’’ Gel bertek nîşanê walîtiye da ku çima daxuyaniyeke wiha daye. Tevî hişyariya ji bo belavbûna nexweşiyan a TTB’ê, walîtiyê got: ‘’Ji aliyê hîjyenê ve, di bikaranîna ava şebekeyê de tu pirsgirêk nîn e.’’
Berdevkê Sendîkaya Karkerên Tûrîzm, Kêf û Xizmetê (TEHÎS) û Endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Azadiya Civakî Tolga Kûbilay ku walîtî derewand, bi ANF’ê re axivî. Çelîk, diyar kir ku pirsgirêka avê hêj li gelek navçeyên Hatayê berdewam e destnîşan kir ku divê hewcedariya bi ava paqij a vexwarinê û ya şebekeyê bê dîtin.
‘BAWERIYA XELKÊ BI AVA ŞEBEKEYÊ NÎN E’
Çelîk, bi bîr xist ku ji erdhej rabûye û bi şûn da TEHÎS û TOP’ê li Hatayê ji bo alîkariyê xebitiye û da zanîn ku mehek bi ser erdhejê ketiye lê hêj hewcedariyên bingehîn ên gel nehatine dîtin. Çelîk da xuyakirin ku gel, ava şebekeyê hem ji bo paqijiyê bi kar tîne hem jî vedixwe û got: ‘’Baweriya xelkê êdî bi ava şebekeyê nîne, ji ber ku giliyên ji bo pirsgirêkên tenduristiyê zêde dibin. Lewma divê demildest hem ava vexwarinê hem jî ava şebekeyê ya paqij peyda bibe.’’
‘WALÎTÎ RAST NABÊJE’
Çelîk anî ziman ku gotina ‘pirsgirêka avê nîn e’ ya Walîtiya Hatayê ne rast e û wiha pê de çû: ‘’Ez bixwe ji qadê radigînim. Walî rast nabêje. Li Samandag, Harbiye, Armûtlû, Serînyol pirsgirêka avê berdewam e. Me ava di destê xwe de belav kir. Çelîk bi lêv kir ku ne bi tenê li Hatayê, li Mereş û Semsûrê jî heman pirsgirêk berdewam e û got ku divê demildest ava vexwarinê ji bo herêmên erdhej lê rabûye bê peydakirin.
Çelîk her wiha derbirî ku ji roja erdhej rabûye heta niha wî waliyê Hatayê qet nedîtiye, bi tenê ew û alîkarê walî carek rast li hev hatine û gotiye ku terka Parka Sevgiyê bikin. Çelîk, îşaret pê kir ku pirsgirêka mexdûrên ne bi tenê kon in, dexil û dan û cil û berg jî pirsgirêk in.
‘DIVÊ PIŞTEVANÎ BÊYÎ SEKIN BERDEWAM BIBE’
Kûbilay diyar kir ku divê piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re wek hefteya pêşîn a rabûna erdhejê berdewam be û ev tişt anîn ziman:
‘’Divê alîkarî herî kêm 6 meh-salek berdewam bibe. Alîkariya ku tê, zû diqede. Şertên hîjyenê yên xelkê nîn in. Geşedanên siyasî yên têkildarê hilbijartinan, dikevin pêşiya her tiştî, lê başkirina birînên mexdûrên erdhejê jê giringtir e. Divê mirov piştevaniyê zêde bike û partiyên siyasî hişê xwe bidin herêmên erdhej lê rabûye.’’