Ber bi dewleta polîsa a otorîter gaveke din
Ber bi dewleta polîsa a otorîter gaveke din
Ber bi dewleta polîsa a otorîter gaveke din
Pêkanînên "pakêta demokratîkbûyînê" ya AKP'ê destpê dikin. Bêyî destûra dadger û dozger erka binçavkirinê ji polîsan re tê dayîn. Sedem jî; amadekariya 'dibetiya pêkanîna çalakiyê.' Seroka Rêxistina ÎHD'ê ya Stenbolê Umît Efe got, "Ev pakêt dişibe pakêteke dewleta polîs a xwedî otorîteyeke zexim xurt dike, bi mîlîtarîzmê re mûxalefet û civakê binpê dike." Efe diyar kir ku ev pêkanîn dikare were wateya binçavkirina ne fermî (bêqeyd) û salên 90'î bibîr xist.
Hikûmeta AKP, li dû "pakêta demokratîkbûyînê" di nava amdekariya pakêteke ku erka polîsan zêde dike, de ye.
Tê gotin, pêkanîna binşavkirina "pêşîgirtin" a bi daxwaza dadger û dozger beriya niha dihat kirin, ji niha û pê ve dê bi erka polîsan bê kirin. Bêyî destûra dadger û dozger, polîs bixwaze dê karibe kesekî-ê 12 heta 24 saetan di binê çavan de rabigire. Sedema wê jî ji şîroveyan re vekirî ye; gengaziya pêkanîna çalakiyê, derxistina bûyerê!
Dema binçavkirinê dê karibe bi biryara dadger were dirêjkirin. Di pêkanîna heyî de, di binçavkirina bi navê "pêşîgirtinê" de daxwaza dadger an jî dozger divê.
CEZAYÊN JI BER DIJDERKETINA LI POLÎS ZÊDE DIBIN
Di pakêtê de, cezayên bi tawanbariyên "li dijî polîs derketiye û zerar daye malê dewletê" tên dayîn, tên zêdekirin. Di Qanûna Ceza ya Tirk de xala 152. a bi sernavê "zerardayîna mal" û xala 265 a bi sernavê "astengkirina wezîfeya erkdar" dê ji nû ve bên sererastkirin. Cezayên di van xalan de tên destnîşankirin, wê werin zêdekirin.
JI MOLOTOF RE 5 SAL CEZA
Li gorî pakêtê, li kesên ku kelûmelên ji bo molotof kokteylan girtine ser xwe dê ji 3 salan heta 5 salan cezayê girtinê bê dayîn. Her wiha li gorî vê sererastkirinê, eger di dema çalakiyên demokratîk de çalakger rûYê xwe bi maskeyê gazê yan jî bi tiştekî din bipêçe, dê ev ceza zêdetir bibe.
Hikûmeta AKP'ê ji aliyekî ve di rewşa "gengaz" de jî erka binçavkirinê dide polîsan, ji aliyê din ve jî di bin navê "Desteya Kontrolê ya Hêzên Ewlekariyê" ava dike.
'DEWLETA POLÎS A OTORÎTERIYA ZEXIM'
Seroka ÎHD'ê Şaxê Stenbolê Umît Efe pakêt ji ANF'ê re nirxand û got, "Ev pakêt dişibe pakêteke dewleta polîs a xwedî otorîteyeke zexim xurt dike, bi mîlîtarîzmê re mûxalefet û civakê binpê dike."
Efe diyar kir ku ji polîs re "ne kesên çalakî kirine, kesên dikarin çalakiyan bikin" erka binçavkirinê tê dayîn û destnîşan kir ku ev yek dikare rê li ber rewşeke xirabtir ji berxwedana Gezî derxîne holê. Efe got, "Di huqûq an jî mafên mirovan, demokrasî û azadiyan de dibetî nîne, gotinên misoger, rewşên diyarkirî hene. Li gorî vê rewşê jî, tespît tên kirin. Daxuyaniyên devkî yên hikûmetê yên digotin, 'Em erka polîsan zêde dikin' jî rê li ber mirina çend mirovan vekir."
Efe da xuyakirin ku kengî erka polîsan hat zêdekirin mirin û binpêkirina mafan jî zêde bûn û got, "Ji aliyekî ve em hemû tên kirin, ji aliyê din ve jî desteyên kontrolkirinê yên çi ne çi nîne ne diyar in, tên avakirin. Dixwazin atmosfereke 'em erkê didin lê kontrol dikin' derxînin holê."
Umît Efe destnîşan kir ku ew guhertina ji bo zêdekirina erka polîsan gelekî tirsnak dibîne û got, "Di şûna ku rêyên demokratîk ên civakî werin vekirin, mîlîtarîzm, polîs û dijwarî tên xurtkirin. Ev yek kêrnatî nîne. Bi vê nêzîkatiyê re, li gel dijwariyê dê helwestên kêfî jî zêde bike."
'BINÇAVKIRINÊN BÊ QEYD'
Efe ragihand ku binçavkirinên bêyî destûra dadger û dozgeran dibe ku bê wateya "binçavkirinên bê qeyd-ne fermî" û got, "Dema kêfiyet bi vî rengî sererastkirin, hingî kontrola qeydên di binê çavan de jî ne gengaz e. Kengî xwest dê bigire binçavan, kengî xwest dê berde. Hûn erka ragirtinê didin û dûre jî behsa desteyeke kontrolê ya ne diyar e çiye, dikin."
Efe îşkence, destavêtin û windahiyên di binê çavan ên salên 1990'î de bibîr xist û got, "Qeydên van îşkence û binçavkirinan, tinebûn."
'XWEPÊŞANDANÊN CIVAKÎ, MAFÊ DESTÛRA BINGEHÎNÎ YE'
Seroka Rêxistina ÎHD'ê ya Stenbolê Umît Efe da xuyakirin ku xwepêşandanên civakî mafekî destûra bingehînî ye û herî dawî wiha peyivî:
"Azadiya îfadekirina daxwazên bingehîn ên gel, ti carî nabe werin astengkirin. Ji ber ku yek ji mafên bingehîn e, mîna mafê jiyanê. Mîna ku di bûyerên Gezî de hat dîtin, dema hûn erka polîsan zêde bikin, dê gel nikaribe ti mafê xwe bi awayekî azad bikar bîne. li gel îşkence, windakirin û helwestên kêfî yên di binê çavan ên li pişt deriyên girtî, li xwepêşandanên vekirî, xwepêşandanên qanûnî û mîtîngan de jî êdî dijwarî zêde dibe. Ev yek sîstemeke ku gel ti mafê xwe nikare bîne ziman û hemû mafên civakê tên binpêkirin, nîşan dide."