BDP’ê Çekîn îxrac kir û daxwaza girtina wî kir
BDP’ê Çekîn îxrac kir û daxwaza girtina wî kir
BDP’ê Çekîn îxrac kir û daxwaza girtina wî kir
Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) piştî îdiayaên Alîkarê Şaredarê Sêrtê Ebdulletîf Çekîn li hember du zarokên keç ên temenê wan 13 û 17 de îstismara zayendî pêkaniye, ew dan lijneya dîsîplînê û têkiliya wî bi partiyê re qut kirin. BDP’ê got; “Partiya me li gel zarokên mexdûre.”
Navenda Giştî ya BDP’ê têkildarî bûyera îstismara zayendî ya li Sêrtê de daxuyaniyek da û diyarkir ku Ebdulletîf Çekîn daye lijneya dîsîplînê û têkiliyên wî ên bi partiyê re qutkirine, her wiha daxwaza girtina wî kiriye.
Daxuyaniya BDP’ê wiha ye: “Partiya me Partiya Aştî û Demokrasiyê heya roja îro di serî de li dijî îstismara zeyandî, hemû cûre binpêkirinên li hemberî jin û zarokan polîtîkayekî bê tawîz meşandiye û bûye xwedî helwest. Hemû cûre îstismarên li hemberî zarokan ji kuderê bê bila bêt em tu carî qebûl nakin û em dê helwestekî rêgezane nîşan bidin.
Li ser Alîkarê Şaredarê Sêrtê Ebdulletîf îdiayên li hemberî du zarokên keç ên 13 û 17 destdirêjiya zayendî kiriye heye. Kesê mijara gotinê bi daxwaza îxracê veguhestine lijneya dîsîplînê. Lijneya dîsîplîna me dê bi awayek lez, biryarek herî bibandor bide. Li gel vê em li bendê ne kesê mijara gotinê ji endamtiya meclisa şaredariyê îstîfa bike. Weke din jî em ji rayagiştî re radigihînin ku, ji ber vê bûyera wahîm kesê mijara gotinê tu eleqeya wî bi partiya me re nemaye.
Bersûc piştî hate binçavkirin serbest hate berdan, pêwîste demildest bersûc were girtin. Pêwîste dadger vê rewşa wahîm bicidiyet û di aliyê zarokên keç de bigire dest, pêwîste mafê wana biparêze.
Partiya me li gel zarokên mexdûre. Her cûre piştgiriya civakî, derûnî û hiqûqî dê bide.
Didin diyarkirin ku em dê pişt vê bûyerê bernedin.”