BDP: 30’ê cotmehê jiyan dê raweste

BDP: 30’ê cotmehê jiyan dê raweste

BDP’ê plansaziya xwe ya ji bo piştgiriya greva bêdem û dorveneger a ku ketiye roja 43’emîn ji raya giştî re ragihand. BDP’ê roja 30’ê Cotmehê weke “Rojava berxwedana topyekun” ragihand û bang li hemû gelê Kurd kir ku di 30’ê cotmehê de li her derên ku lê ne jiyanê rawestînin û dest bi çalakiya bikin. Li gorî plansaziya çalakiyan dê kon bêne vedan û dê parlementer û şaredar jî bikevin greva birçîbûnê.

Navenda Giştî ya BDP’ê encamnameya yekemîn civîna Meclîsa Partiyê ya ku piştî kongreya awerte ya 14’ê cotmehê, 22’yê cotmehê pêk hat, aşkere kir. Di encamnameya civîna partiyê de derbarê greva birçîbûnê ya ku ketiye roja 43’emîn de biryarên girîng dan.

Di encamnameyê de hate çespandin ku Tirkî di pêvajoyeke krîtîk re derbas dibe û wilo dom kir; ‘’Di pêvajoyeke bi vî rengî de partiya me BDP, bi berpirsyariyeke dîrokî re rû bi rû ye. BDP, li Rojhilata Navîn, stratejiya ‘’Yekitiya Demokratîk ya Gelan’’ ku li Sûriyê azadiya kurdan û hemû gel û baweriyan dixwaze û herwiha xwediyê wê pêşniyar e polîtîk e ku avabûna rejîmeke demokratîk ya ku rêveberiya demokratîk pesend dike. Li Tirkî jî ‘’projeya komara demokratîk ku xwe dispêrê hiqûqa xweseriya demokratîk’’ ya ku partiya diparêze, lêgerîna pêşrojeke hevpar, wekhev a demokratîk e.’’ Di danezanê de hat gotin ku; ‘’Temsîlkarê statûkoya nû hikûmeta AKPê jî hemû derfetên dewletê bi kar tîne û bi vêya hewl dide ku hêza çareseriyê li ber avê bibe.Şer bi hemû dijwarî û çêtiniya xwe didome. Operasyonên siyasî didomin, tê asteng kirin ku girtiyên polîtîk bi zimanê xwe parastina xwe bikim û li dû hev cizayên giran li wan têne birîn. Abdullah Ocalanê ku gelê kurd ew ji xwe re wekî ‘’Rêber’’ qebûl kiriye jî li Imraliyê ev salek û nîv e di bin îzolasyoneke giran de ye lê li gel vê jî berxwedaneke bêhampe didome.’’

Di plansaziya dema pêş de, di wê civînê de ku hilbijartina Lijneya Rêveriya Navendî hatibû kirin, binê wê hate xêz kirin ku rojeva wan a bingehîn grêva birçitiyê ya li girtîgehan e.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku grêva birçitiyê ya bêdem û bê dorveger ya ku ji 12ê îlonê ve hatiye dest pê kirin û îro ketiya roja 43ê ye de, hem ji hêla daxwazên xwe ve û hem jî ji hêla rîskên wê yên jiyanî ve rojeva wan a bingehîn e; ‘’Ev berxwedan, destwerdanek li siyaseta xitimî ye. Li hemberî konsepta hikûmeta AKPê ya tunekirin û bêbandor kirinê, em vê berxwedana fedaîyane ku bi armanca rê li ber çareseriyê veke, slav dikin’’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Yên di koma yekemîn de bûn gihiştine asta mirinê. Ev gireva birçîbûnê qêrîneke. Qêrîneke ku ‘Dengê me bibihîze ye.’ Ji bo mirinan rawestînin dibe ku sibe pir dereng be. Em bag li rayagitşî ya demokratîk a Tirkiyeyê dikin ku bila dengê girtiyên siyasî bibîhîze û ji bo mirinan rawestînin bikevin nava tevgerê.”

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew dê destûrê nedin ku wendahiya can û dê nehêlin darbest ji girtîgehê derkevin. Hat diyarkirin ku dê berxwedan, cesaret û biryara gel dê pêşî li mirinan bigirin. Her wiha plana der barê grevên birçîbûnê ya Meclisa Partiyê jî hate aşkerakirin.

30’Ê COTMEHÊ ROJA BERXWEDANA TOPYEKUNE

Li gorgî vê Navenda Giştî ya BDP’ê û rêxistinên herêmî bi hevre plansaziya çalakiyan derxistin û gihiştin biryara ‘Avakirina xeteke berxwedanê ya sivîl a demokratîk’ hate girtin.

Di vê çarçoveyê de roja sêşemê 30’ê cotmehê ‘Roj berxwedana topyekun ‘hate îlankirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji bo bersiv ji bo daxwazan bê dayîn, riya diçe çareseriyê û mirinan asteng bikin di 30’ê cotmehê roja sêşemê wekî ‘roja berxwedana topyekun’ îlan dikin. Hemû gelê me li qadên ku dimînin divê jiyanê rawestînin. Bi armanca ku jiyan bê parastin û pêşî li mirinan bê girtin ger em sekneke wisa ya topyekun û bi hêz nîşan nedin, em dê li dijî dîrokê berpirsyar bimînin. Ji ber vê yekê hemû rêxistinên me yên navend û navçeyan, endam û nûnerên partiyên me di bin berpirsyariyeke dîrokî de divê vê biryarê pêk bîne. Rayagiştî ya demokratîk a Tirkiyeyê, hemû kesên ligel çareserî, aştî û demokrasiyê cih digirin divê piştgiriyê bidin vê çalakiyê û em hemû kesî vexwendixwînin.”

PARLAMENTER Û ŞAREDAR DÊ BIKEVIN GREVÊ

Di plansaziyê de xalên din yên girîng wiha hatin rêzkirin:

-Bi armanca ku der barê grevê de agahî bê dayîn û banga hestiyariyê bê kirin, hevserokên me dê ji bo hemû partî û lîderên çar parçeyên Kurdistanê, rêxistinê mafê mirovan yên Ewropayê, NY, û rêxistinên têkilidarî mafê mirovan ya YE’yê, lîderên welatên YE’yê û balyozxaneyên li Tirkiyeyê, senotorên DYA û endamên Kongeyê, rayedarên Konseya Ewropayê, pêşengên navnetewî û rojnamegerên biyanî bi îmzeya xwe nameyan bişînin.”

- Çalakiyên ku TUHAD-FED bi malbatan re pêk tîne dê rêxisitnên me yên navendan piştigiriyê bide.

- Hevalên me yên parêzer ku berê di Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê de hatibûn peywirdarkirin me wekî ‘Navenda Giştî ya Komîsyona Şopandina Grevên Birçîbûnê’, peywirdar kir ku bê navber biçin girtîgehan û her tim girtiya ziyaret bikin û rewşa wan bike rapor û bi rojane ji çapameniyê re aşkere bike. Komîsyona me dê her tim bi rêxisinên girseyî yên demokratîk û civak sîvîl re di nav parvekirinê ke de bin.

-Hemû rêxistinên me yên navend û naçveyan di 30’ê cotmehê de bi awayekî girseyî li ber teşkîlatên AKP’ê teqez divê çelengên reş deynin.

LI ÊLIH, EDENE Û DIYARBEKRÊ WÊ MÎTÎNGÊN MEZIN BÊNE ORGANÎZE KIRIN

BDPê diyar kir ku rêxistinên her bajar û navçeyan wê plansaziya xwe bikim û wê daxwazên girtiyan her roj bi çalakiyên curbercur di rojevê de bihêlin.

Li gorî biryarên ku hatine dayîn, îro li ber Girtîgeha Mîdyadê, daxuyaniya bi girseyî ku bi tevlîbûna Hevserokê BDPê, Selahattîn Demîrtaş pêk hatî, wê li ber girtîgehên din jî pêk were.

Demîrtaş, sibehî wê li Rihayê tevlî daxuyaniya çapmeniyê bibe.

27 Ekim tarihinde Batman’da,

Di 27ê Kewçêrê de li Elihê, di 3ê mehê de jî li Amedê bi tevlîbûna Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş wê mîtîng bên organîzekirin.

Mîtînga ku di 28ê Keçwçêrê de wê li Edeneyê bê kirin, bi tevlîbûna Selahattîn Demîrtaş wê pêk were.

Di 3yê mijdarê de, mîtînga li Amedê wê bi tevlîbûna Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak pêk were.

LRN A NÛ DIYAR BÛ

Di danezanê de herwiha hate diyarkirin ku di civîna MPyê de, LRNya nû diyar bûye. LRNya nû ya BDPê ji van navan pêk tê: “Ayhan Karabulut , Mehmet Ayhan Filiz Koçali, Hamit Geylani, Meral Danış Beştaş , Demir Çelik , Yüksel Mutlu , Nazmi Gür , Abdurrahim Atilla , Nuri Duman ,Pelin Yılmaz ,Nursel Aydoðan , Hüseyin Koçuk , Ferhat Tarhan,Necla Yıldırım ,Faruk Saðlam , Kemal Peköz ,Hayri Ateş ,Mihdi Perinçek "