Baydemîr li gel heyetekê Kurdên li Ermenîstanê ziyaret kirin
Baydemîr li gel heyetekê Kurdên li Ermenîstanê ziyaret kirin
Baydemîr li gel heyetekê Kurdên li Ermenîstanê ziyaret kirin

Şaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr li gel heyetekê, li ser vexwendinekê, Kurdên li Ermenîstanê ziyaret kirin.
Şaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr li gel heyetekê ku yên ji aliyê saziya Kongreya Neteweya Rojavayê Ermenîstanê hatibûn vexwendin, duh hatin Erîvanê.
Baydemîr û heyeta pê re destpêkê Radyoya Kurdî ya Erîvanê ziyaret kirin û piştre çûn serdana ofîsa Kurdan û Kurdistan Komîte. Li vir jî Baydemîr û heyeta pê re ji aliyê Seroka Kurdistan Komîte Jinya Qadir û Serokê Şêwra Kurdên li Ermenîstanê Kinayasê Hemîd ve hatin pêşwazîkirin.
Jinya Qadir destpêkê kêfxweşiya xwe ya ji ber hatina Baydemîr û heyeta pe re anî ziman û got, "Ji ber ku em wek Kurdên li Kafkasyayê, her tim hesreta welêt dikşînin, hatine mêvanan em gelekî kêfxweş kir."
Serokê Şêwra Kurdên li Ermenîstanê Kinyasê Hemît jî di hevdîtinê de der barê kar û barên xebatên xwe û jiyana Kurdên li Ermenîstanê de agahî da.
Baydemîr û heyeta pê re wê piştre biçin serdana bîrdariya qirkirina Ermeniyan, ji wir 11 gundên li Axbaranê ziyaret bikin û bi keya û serkarên dibistanên Kurdî yên li van gundan re hevdîtinê bikin. Paşê jî wê li Akademiya Nivîskarê Ermenî, li ser qirkirina 1915'an tevlî konferansekê bibin.