Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr di meclîsa ku bi rojeva awarte civiya axivî, axaftinên Erdogan ên “Eger em nebin desthilat planên me yên B û C hene” bibîr xist û got ku ev plan piştî hilbijartinê hatine pratîkkirin. Baydemîr hişyariya ku gelên Tirkiyeyê bi tehlûkeyên mezin re rû bi rû ye kir. Di meclîsa ku bi rojeva awarte civiya bi navê Koma HDP’ê Parlamenterê HDP’ê yê Riha yê Osman Baydemîr axivî.
Baydemîr bal kişand ser komkujiya Pirsûsê û got, “Ji çar aliyên Tirkiyeyê ciwan ji bo pêçana birîna Kobanê derketibûn rê, bi êrîşa hovane DAIŞ’ê rastî komkujiyê hatin.”
‘PÊWÎSTE QEDRÊ ATMOSFERA BÊPEVÇÛNIYÊ BÊ FÊMKIRIN’
Baydemîr xwest sedema destpêkirina şîdetê bigirin dest û diyar kir gava herî dîrokî ya Tirkiyeyê Deklerasyona bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newrozê re destpê kiriye. Piştre behsa pêvajoya li Giyadînê kir.
‘ERDOGAN PLANÊN XWE YÊN B Û C XIST PRATÎKÊ
Baydemîr, axaftinên Erdogan ên “Eger em nebin desthilat planên me yên B û C hene” bibîr xist û hişyariya, “Ev plan piştî hilbijartinê xist pratîkê. Ji bo desthilatdariyê em bi tehlûkeyeke wiha re rû bi rû ne ku ji her çar aliyên Tirkiyeyê re cenaze tên şandin” kir. Baydemîr destnîşankir ji derveyî aştiyê ti alternatîfeke wan a din nîne û got, “Eger bi awayekî bi bandor êrîşên li ser partiya me, hewldana komkujiya li Amedê hatibûya lêpirsînkirin, wê komkujiya Pirsûsê rû nedaba. Em bi darbeyekê re rû bi rû ne.”
Baydemîr ev bang kir, “Werin xwişk û birayên min, werin em lêpirsîna meclîsê ya Agirî ava bikin. Ji bo vegera ruhê 2013’an werin em tecrîda li ser Îmrali rakin. Bila hemû gelê Tirkiyeyê bizane wê 78 mîlyon kes di nava aşitî, wekheviyê de bijîn û wê teslîmî zilma zalim û şer nebin. Em ê qet û ti carî teslîmî gefên we û şerê we jî nebin.”