Bavê girtî Yer: Em li ser rêça zarokên xwe ne

Bavê girtî Yer: Em li ser rêça zarokên xwe ne

Greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd di roja 62’emîn de ye. Ji girtiyan bavê Hulya Yer, Hidir Yer got; “Zarokên me ji bo mafên xwe yên xwezayî û mirovahî dest bi greva birçîbûnê kirin. Tişta cihê şermê helwesta hukûmeta AKP’ê ye” û banga “nebin hevkarên suc” kirin.

Greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd di roja 62’emîn de berdewam dike. Ji girtiyên di Girtîgeha Bakirkoyê de bavê Hulya Yer, Hidir Yer piştî hevdîtina bi keça xwe re ji ANF’ê re axivî û got:, “Tişta ku her tim digot: li daxwazên me xwedî derbikevin. Behsa mafdariya daxwazên xwe û behsa vîna ji bo vê yekê danîne holê kir. Got ku dê pêvajoyek zor be, lê teqez dê bi xwe re ji bo me ecamekê bîne. Min jî ji wê re got: ‘daxwazên we daxwazên me ne’. Min got ku ew em ê xwedî li têkoşîna we derbikevin.”

Hidir Yer da zanîn ku beriya keça wî dest bi greva birçîbûnê bike, vîtamîna B1 xwestiye û da zanîn ku şandiye ji wan re lê belê rêveberiya girtîgehê piştî 15 rojan ev vîtamîn belav kiriye.

'DIVÊ DEWLET ŞERMÊ JI XWE BIKE'

Hidir Yer nerazîbûn nîşanî helwesta hukûmeta AKP’ê da û got: "Nêrîna me ya li hemberî dewlet û hukûmetê, ji ya zarokên me ne cûda ye. Zarokên me ji bo ziman û rêberê xwe bedena xwe dane ber birçîbûnê. Ango ji bo du mafên sereke. Dewleta Tirk divê ji xwe şer bike.”

'DÊ TEHEMÛLA ME JI BO BINAXKIRINA ZAROKÊN ME NEMAYE...'

Yer ku got: “Xwezî tişta ku zarokên me dikin, me beriya wana bikiriba” got: “Niha em li ser rêça zarokên xwe ne. Hukûmet dikare bi derewên xwe hinekan bixapînin, lê nikarin piraniya vî gelî bixapînin. Em bi vê rastiyê dizanin."

Hidir Yer bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Ger dawî li tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan rabikin, zarokên me jî dê li ser maseyê rûnin. Divê dewlet vê yekê qebûl bike. Êdî tehemûla me ji bo binaxkirina zarokên me nemaye."

'NEBIN HEVKARÊN SUC...'

Hidir Yer banga xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Em bang li her kesê dikin ku dengê xwe tevlî dengê girtiyan bikin. Divê xwedî li daxwaz û zarokên me xwedî derbikevin. Keça min van rojan nivîsek ji rojnameya Ozgur Gundemê re şandibû û bang kiribû. Ez dixwazim wê bangê li derve bikim: “Kesên bêdeng hevkarên suc ên êrîşakaran in. "