Baroya Amed û Rennesê bûn detebira

Baroya Amed û Rennesê bûn detebira

Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar ku li Franseyê ye, di hevdîtina bi Serokê Baroya Rennesê Maryvonne Lozachmeur re pêk anî de Baroyên Amed û Rennesê kirin destebira.

Baroya Rennesê ji bo balê bikişîne ser mafê zarokan û sererastkirina şert û mercên zarok têde dijîn, nunerên baroyên 10 welatan vexwend Rennesê. Ji Tirkiyeyê jî Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar hat vexwendin. Serokê Baroya Amedê rojek berê bi Şaredarê Rennesê Daniel De Laovu û Serokê Baroyê Maryvonne Lozachmeur re hevdîtin pêk anî.

Aktar diyar kir kul i cîhanê û bi taybet li deverên ku şer lê hene, jiyana zarokan bi tengasiyan re rû bi rû ye û ji ber vê bihîstiyariya li hemberî vê mijarê ya Baroya Rennesê, malavahiya wê kir. Aktar destnîşan ki rku li Tirkiyeyê bi sedan zarok di girtîgehan de ne û got ku di warê mafê mirovan de û bi taybet jî di warê mafên zarokan de di nava welatên paşketî de ye.

Aktar di hevdîtian xwe de bal kişand ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelek parêzerên din di girtîgehan de ne û bal kişand û bi aşkereyî mafê parastinê tê xespkirin.

Her wiha, Aktar xwest baroyê Amed û Rennesê bibin baroyên destebira. Serokê Baroya Rennesê Maryvonne Lozachmeur jî vê pêşiyara Aktar qebûl kir. Maryvonne Lozachmeur ragihand ku ew ê bi baroyên li Tirkiyeyê re nivîsarek şermezarkirinê binivîsin û ji Wezareta Dadê ya Tirk re bişînin.