Rojnameger Bariş Peylîvan ku ji Doza Oda Tv 20 mehan di girtîgehê de ma û di meha îlonê de hat berdan, di konferansa ku li Stockholmê ji aliyê Federasyona Rojnamegerên Swêdê (SJF) pêk hat de axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê azadiya çapemenî û ramanê di bin zext û êrîşên AKP’ê de ne.
Di konferansê de banga piştgiriya hevalên xwe yên di girtîgehên Tirkiyeyê de hat kirin.
SJF’ê bi parolaya ‘daxwazên pêşrojê’ konferansek pêk anî. 200 rojnameger teli bûn. Rojnameger Bariş Pehlîvan diyar kir hikûmeta tirk rojnamegeran wekî terorîst nebîne û da zanîn ku ji ber van mirovan nêrînên vegotine hatine girtin.
Pehlîvan mînak da skandalên hiqûqî yê dema doza Oda Tv û wiha got: “Li hemberî rojnamegeran komplo pêkanîn. Ev yek komplo jî aliyê hemû civakê ve hat dîtin. Piştî ku şefê berê yê polîsan Hanîfî Avci deşîfre kir ku Cemaata Gulen di nav polîsan de xwe bi rêxistin dike desthildatdariya siyasî operasyon da destpêkirin. Avciyê ku berê îşkence li şoreşgeran dikir bi îdiaya ku alîkarî daye rêxistineke Marksîst-Lenîst hat girtin û ev jî tiştekî nakok e. Piştî vê Soner Yalçinê ku bi nêzîkatiya xwe ya cematê tê nasîn jî hat girtin.
DENGÊ ROJNAMEGERAN BIBIHÎZIN
Pehlîvan da zanîn ku Nedîm Şener jî ji ber pirtûka xwe ya li ser cînayeta Hrant Dînk nivîsîbû hat girtin. Pehlîvan wiha got: “Îro li Tirkiyeyê bi dehan rojnameger girtînge. Hêjî di girtîgehê de ne. Hikûmet ji wan re dibêje terorîst. Ji min re jî dibêje terorîst. Lê em ne terorîstên wan rojnamegerên wan in. Hikûmet û cemaata gulen muxalîfan davêje girtîgehê. Rojnamegerî ne sûce. Ez dixwazin ku hun jî dengê rojnamegerên di girtîgehê de bibîhizin. Bi dehan rojnameger ev bi salane di girtîgehê de. Ev ne dozên hiqûqî yên siyasî ne. Ger ku hun vana ji rayagiştî re ragihînin dê hevalên me azad bibin.
Hevsera Pehlîvan Aysel Pehlîvan jî diyar kir ku xizmên girtiyan bi pêkûtiyan re rû bi rûne û got malbatên kesên bi hinceta terorîst hatine girtin ligel ku rastiyan zanîn û dibêjin jî tu tiştek nayê kirin.
BILA GREV BI DAXWAZÊN GIRTIYAN ENCAM BIBE
Pehlîvan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Navê wan KCK, Oda TV û biryargeha şoreşgerî be hemûyan dikin cihekî. Navên wan acuda lê qumaşê wan yek e. Niha gelek hevalên me di grevê de di sînorê mirinê de ne. Divê li ser daxwazên hevalên me ev grev bên bi dawîkirin. “