Banga Newrozê: Bi ruhê berxwedanê em ê agir gur bikin!
Li gelek bajaran startên xebatên Newrozê hatin dayîn û banga tevlibûna pîrozbahiyan hat kirin.
Li gelek bajaran startên xebatên Newrozê hatin dayîn û banga tevlibûna pîrozbahiyan hat kirin.
Newroza îsal bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” li 72 navendan tê pîrozkirin. Li gelek bajaran xebatên amadekariyên pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirin. Di daxuyaniyên hatin dayîn de banga tevlibûna pîrozbahiyan li xelkê hat kirin.
RIHA
Rêxistina HDP’ê ya Rihayê jî têkildarî pîrozbahiya Newrozê daxuyanî da. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û rêveberên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê HDP’a Rihayê Ziya Çalişkan derbarê girîngiya Newrozê de axivî û diyar kir ku ew hêvî dikin newroza îsal bibe newroza azadiyê û ew ê daxwaza aştiyê û azadiyê bi agirê Newrozê re bilind bikin.
Parlamenter Ayşe Surucu jî derbarê Newrozê de wiha got: “Newroz li dijî Dehqan berxwedana Kawayan e. Newroz aştî û azadî ye. Newroz nûroj e. Em ê di 19’ê mehê de li Pirsûsê agirê Newrozê vêxin. Di 20’ê mehê de jî li navenda Rihayê bi beşdariya hezaran kes em ê Newrozê pîroz bikin. Em ê di 21’ê Adarê de jî li Wêranşarê pîrozbahiyê li dar bixin. Em hemû kesî vedixwînin pîrozbahiyên Newrozê.”
AMED
Newroza îsal bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin. Newroza Amedê roja 21’ê mehê li Qada Newrozê tê pîrozkirin. Li Amedê beriya pîrozbahiya mezin agirê ewil ê Newrozê li navçeya Pyeasê hat vêxistin. Piştî Peyasê agirê Newrozê li Farqînê jî hate vêxistin. Di pîrozbahiyê de rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Farqînê beşdar bûn.
Li gel agirê Newrozê bi dehol û zirnayê govend hate gerandin. Di pîrozbahiyê de coşa zarokan hêjayî dîtinê bû. Zarok bi alên HDP’ê tevlî Newrozê bûn.
AGIRÎ
Li Agiriyê amadekariyên Nerwrozê dest pê kir. Jinên Bazidî derketin kontara çiyayê Agirî û agirê pêşî yê Newrozê pêxistin. Jinan li dora agir govend gerandin.
ÎZMÎR
Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê ji bo xebatên Newroza Îzmîrê bide destpêkirin li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û gelek kes bşedar bûn. Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk axivî û bal kişand ser girîngiya Newrozê û diyar kir ku roja 20’ê Adarê ew ê pîrozbahiya Newrozê li qada Gundogdu li dar bixin û bang li xelkê Îzmîrê kir ku tevli pîrozbahiyê bibin.
Piştî daxuyaniyê govenda Newrozê hat gerandin.
EDENE Û MÊRSÎN
Rêxistinên HDP’ê yên Edeneyê û Mêrsînê jî starta xebatê Newrozê dan û xelkê Edeneyê û Mêrsînê vexwendin pîrozbahiyên Newrozê. Li Edeneyê dê di 20’ê mehê de Newroz were pîrozkirin û li Mêrsînê jî dê di 19’ê mehê de were pîrozkirin.