Bakirhan: Bihara gelên me dest pê dike

Alîkarê Hevserokên HDP'ê Tûncer Bakirhan diyar kir ku li gel zext, girtin, dozên girtin û êrişên nijadperest nekarîn pêşî li HDP'ê bigirin û got, "2022 wê bibe bihara gelên me."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) sala 2021'ê ya ji êrişên bi rêk û pêk ên li dijî xwe, li pey xwe dihêle. HDP, ku di sala 2021'ê de doza girtinê li dij hate vekirin, endamên wê hatin qetilkirin, parlamenteriya wekîlên wê hatin xistin û gelek endamên wê bi operasyonên qirkirina siyasî hatin destgîrkirin, bersiv da van êrişan û rêxistiniya xwe xurtir kir.

HDP'ê di sala 2021'ê de nêzî 500 hevdîtinên gel di asta mîtîngê de pêk anî. Alîkarê Hevserokên HDP'ê Tûncer Bakirhan sala 2021'ê ji aliyê HDP'ê ve nirxand.

HDP'Ê BI PAŞ VE GAV NEAVÊT

Bakirhan bi bîr xist ku bi salan e polîtîkaya zext û tepisandinê ya dewletê li ser HDP'ê tê ferzkirin, qetilkirina Denîz Poyraz bûyera destpêkê ya kuştinê nîne û destnîşan kir ku ew van êrişan jî, kujerên wan jî ji salên 1990'î ve nas dikin û wan paş ve gav neavêtine. Bakirhan diyar kir, tevî ku hevserok, bi hezaran rêveber, parlamenter, hevşaredar û wekîlên wan girtî ne jî HDP bêyî rawesta têkoşîna xwe dewam dike û got, "Ji Qersê heta bi Edîrneyê, bi milyonan mirovên ji HDP'ê hez dikin û timî li gel disekine, dest ji vê helwesta xwe berneda. Bi biryardarî tevlî kampanya, çalakî û xwepêşandanên me bûn û bi me re meşiyan. Vê xwedîderketinê, ji wateya xwe ya girîng wêdetir berpirsyariya me zêde kir û di heman demê de bersiv da desthilatdariyê."

TEVGERA JINÊ PÊŞENGÎ KIR

Tûncer Bakirhan bi bîr xist ku Meclîsa Jinê ya HDP'ê di 8'ê Adarê de bi sed hezaran jinên Tirkiyeyî re gihîşte hev; bi pêşengiya Meclîsa Jinê çalakiyên 'Na ji xizaniya jinê re' hatin lidarxistin, serdana bi dehan bajarî hate kirin û got, "Ji jinên di karê çandiniya demsalî de dixebitin heta bi jinên li febrîqeyan kar dikin, ji yên bi mûçeyên kêmtirîn dixebitin heta jinên di nava şert û mercên giran ên jiyanê de kar dikin, hevdîtin bi jinan re kir. Têkoşîna jinê ya li dijî tundiya mêr, sala 2021'ê li gel neyîniyan jî hate dîtin ku ev yek gelekî bi wate bû. Ev yek peyama jinên berxwedêr bû. HDP bi sekn û xeta xwe partiyeke jinan e, lewma di vê mijarê de jî pêşengî kir."

LI CÎHANÊ PARTIYEKE BI VÎ RENGÎ NÎNE

Alîkarê Hevserokê HDP'ê Bakirhan bi bîr xist ku wan Newroz ji Stenbolê heta Amedê, ji Sêrtê heta Îzmîrê bi dirûşma 'Em hebûn, em hene, em ê hebin' tevî bi milyonan mirovî pîroz kirin û wiah dewam kir, "Ya ku me li ser piyan dihêle, hêza berxwedanê dide me û zext û zordariyê têk dibe, ev xwedîderketina gel e. Li cîhanê partiyek mîna HDP'ê nîne ku dema siyaseta demokratîk dike ewqas zilm lê tê kirin, lê tevî vê yekê jî xwe xurt dike û serî li ber zilmê natewîne. Ev yek jî HDP'ê li her devera cîhanê dike cihê hurmetê û weke îradeyê nîşan dide. Em bi biryar in, berxwedêr in, têkoşer in. Ji bo serxistina vê têkoşînê di serî de rêveberên me, ji 7 heta 77 salî xelkê me her cûre zor û zehmetiyan didin pêş çavên xwe. Di Newroza 2021'ê de me careke din ev nîşan dan."

KAMPANYA 'EDALET JI BO HER KESÎ'

Bakirhan ragihand ku heman piştî 21'ê Adarê wan dest bi kampanya 'Edalet ji bo her kesî' kir û li 70 bajar û navçeyan wan hevdîtin bi gel re kirin. Bakirhan got, "Bi beşdariya hevserok û wekîlên xwe, me meş li dar xistin. Bi tevlîbûna bi hezaran mirovî nêzî 500 kombûnên gel pêk anîn. Li her bajarê ku em lê meşiyan, tevî dînamîkên wî bajarî; rêxistinên civakî yên sivîl, esnaf, karker, gundî û kedkaran me bersiva herî mezin dan polîtîkayên tasfiyekirin."

KAMPANYA 'EM HDP'Î NE, LI HER DERÊ NE'

Tûncer Bakirhan diyar kir ku piştre wan dest bi kampanya 'Em HDP'î ne, li her derê ne' kirine; li 71 bajarî xwe gihandine mirovên ji her gel, bawerî û çînî û got, "Me civîn, mîtîng û şahî pêk anîn. Li 55 navendên navçeyên mezin hevdîtin bi rêxistinên civakî yên sivîl û dînamîkên wan herêman re kirin. Bi rêya kampanya 'Em HDP'î ne, li her derê ne' me ew şens dît ku xwe bigihînin 500 hezar malbatî. Desthilatdarî jî di nav de ti partiyekê li cîhanê di demeke ewqasî kurt de nekariye xwe bigihîne ewqas mirovî. Îsal me serdana 10 hezar gundên xwe kir. Ji gundên Qersê heta bi gundên Tekîrdagê me serdan kir. Ji bo me gelekî baş bû."

HEVDÎTINÊN HDP'Ê YÊN 'JI BO NAN Û KAR'

Bakirhan anî ziman ku di çarçoveya 'Hevdîtinên nan û kar' de li heft herêmên Tirkiyeyê di nava hefteyekê de ew li her derê geriyan, serdana mirovên xizan, esnaf, cotkar û hilberîneran kirin, guh dan pirsgirêkên wan û got, ev kar bû karekî nîşandana panaromaya aboriyê ya Tirkiyeyê.

BELGEYA HELWESTÊ YA JI 11 XALAN

Tûncer Bakirhan destnîşan kir ku wan di Îlona 2021'ê de karekî girîng ji bo gelên Tirkiyeyê û demokrasiyê kirin û got, "Ev yek jî 'Belgeya Helwestê' bû ku ji 11 xalan pêk dihate û pêşniyarên me yên çareseriya pirsgirêkên heyî yên li Tirkiyeyê raxist pêş çavan. Ji bo têkoşîna hevpar, hilberîna hevpar û sekna li gel hev, me ev belgeya helwestê destnîşan kirin. Di çarçoveya belgeya me ya hewlestê de me li gelek navendên Tirkiyeyê serdana rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, sendîka û rêxistinên pîşeyî kirin; bi rewşenbîr, nivîskar, hunermendan re rûniştin û me helwest û pêşniyarên xwe parve kirin. Ji bo Tirkiyeyê belgeyeke girîng bû, belgeyeke pêngavî bû. Me hewl da bi gelek pêşniyaran bersivê bidin krîzên piralî. Bi eleqeyeke mezin hate pêşwazîkirin, hate ecibandin. Bi dîtina me vê yekê derfetên siyaseta li ser zemîna demokratîk zêdetir kir."

'EM HER TIM BI HÊVÎ BÛN'

Bakirhan destnîşan kir ku li gel zext, girtin, dozên kûmpas û girtinê, her wiha li gel êrişên nijadperestiyê jî nekarîn pêşî li HDP'ê bigirin û got, "Em timî bi hêvî bûn. Me baweriya Kurdan, kedkaran û mirovên bindest di sala 2021'ê de jî bêbersiv nehişt."

Bakirhan bal kişand ser doza girtinê ya ku ji aliyê Serdozgeriya Dadgeha Bilind ve hatiye destpêkirin û doza kûmpasê ya Kobanê ya bi fermana Erdogan tê meşandin û got, "HDP partiya me ya 12'emîn e. Heta niha hinek hatin girtin, hinek jî girtin. Sicîla Tirkiyeyê di vê mijarê de paqij nîne. Bi her partiya xwe ya nû re em hinekî din xurt bûn û her carê hinekî din mezin bûn. Ev yek jî nîşan dide ku girtina partiya me encameke hesabên teng e, xizmetê ji çareseriyê re nake."

DERSA DÎROKÎ Û HIQÛQÊ TÊ DAYIN

Tûncer Bakirhan bal kişand ser doza kûmpasê ya 'Kobanê' ya li dijî HDP'ê û got, "Piştî 6-7 salan li ser daxwazê hate vekirin. Sekna partiya me ya têkildarî Kobanê zelal û eşkere ye. Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, li dijî zîhniyeteke barbar, em timî bi gelên berxwedêr û têkoşer re bûn. Zimanê ji feraseta provokatîf a sîstemê pêvajo gihand vê nuqteyê. Eger darizandineke normal bê kirin wê dosya Kobanê bi beraatê bi encam bibe. Ji xwe hevalên me bi parastin û sekna xwe ya li wê derê dersên dîrokî, dersên hiqûqî didin. Veguherî dozeke welê ku hevalên me dest bi lêpirsîna sîstem û dewletê kir, dest bi darizandina kiryarên dewletê kir. Ji ber vê yekê çend caran heyet guhertin. Neçar man biguherînin, ji ber ku li ber destê wan tiştek tune ye. Em ê van lîstikan di sala 2022'an de bi hev re pûç bikin. Sala 2022'an wê bibe bihara gelên me."