Kesayet û nûnerên partiyên siyasî, sendîkayên karkeran, parlamenter, kesayetên şoreşger ku li kêleka Nelson Mandela têkoşiyane, her wiha parêzerê Rêber Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, şandeyeke Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan a Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star beşdarî konferansê bûne.
Di beşa yekemîn a konferansê de têkildarî hewldanên jinan ji bo bidestxistina azadiyê, bandora pirsgirêkên jinan li ser siyaset û civakê, sekinandina li hember sîstema baviksalar bi rêya şoreşê, şoreşa jinan di siyaset û demokratîkkirina civakê de, têkoşîna azadiya jinan û tecrûbeyên Erebî, Efrîkî û Tirkî, nîqaş hatin kirin. Beşa yekemîn, ji aliyê Sydney Lockett ve hat birêvebirin.
Her wiha Dr. Ruchî Chaturvedî axivî û behsa tundiya li dijî jinan û êrîşên di şexsê jinan de li dijî civakan tên kirin, kir û diyar kir ku divê bi rêya yekitiya jinan li hember hemû rengên tundiya li ser jinan di civakan de bê sekinandin.
Piştre Rihan Şêxmûs axivî û bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di rizgarkirin û pêşxistina jinan de û hêvî kir ku konfernas ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kar bike. Rîhan, qala jineolojiyê jî kir.
Rihan, her wiha behsa rewşa Sûriyeyê beriya şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û siyasetên rejîma Baasê yên li dijî jinan kir û got: “Her jinek ji bo maf û gelê xwe têdikoşiya, dihat destgîrkirin.”
Rîhan, destnîşan kir ku rêxistina jinan a yekemîn a li Sûriyeyê ku ji bo mafên jinan kar dike, di 2005`an de bi navê Yekitiya Star hatiye avakirin. Rîhanê, anî ziman ku Kongra Star ji bo bipêşxistina civakê, avakirina malbatên demokratîk û pêkanîna hevjiyana azad di navbera jin û mêran de, perwerde û akademiyan ji xwe re dike esas.
Nûnera Rêxistinên Jinan a Efrîkaya Başûr Seeham Samaaî jî jî bal kişand ser rewşa jinan li Afrîka, Tirkiye û welatên Ereban û diyar kir ku jin li wan deveran jiyanek zehmet dijîn.
Di dawiya beşa yekemîn de mamosteya Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Western Cape, Prof. Dr. Karin Chînnîan ya ku di warê mafên mirovan, pirrengiya civakî de gelek lêkolîn kirine û alîkarî daye gelek rêxistinên ne hikumî yên têkildarî mafên mirovan û edaletê, axivî.
Prof. Karîn, destnîşan kir ku jin li dewletên Ereban, Tirkiye û Afrîkayê rastî zilm, zordestî, tundî û neheqiyê tên.
Karîn got dema wê berhemên nivîskî yê Rêber Ocalan ên têkildarî jinan xwendine, bandoreke mezin lê bûye û bal kişand ser rola fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di rizgarkirina jinan de. Her wiha anî ziman ku eger jin azad nebe, civak azad nabin û gotina Rêber Ocalan a “Rizgarkirina jinan bingehê rizgarkirina civakê ye” bi bîr xist.
Piştî axaftinan niqaşên beşdaran ên têkildarê gavên pêwîst ji bo rizgarkirina jinan û sûdgirtina ji tecrubeya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li gorî fikirên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dewam kir.
Beşa duyemîn a konferansa "Azadî ji Abdullah Ocalan, aştî û istiqrar ji bo cîhanê" Abdulselam Ahmed bi rê ve bir. Di wê beşê de projeyên neteweya demokratîk, rêveberiya xweseriya demokratîk û avakirina aboriyê, her wiha konfederaliya demokratîk ku çareya Rojhilata Navîn e û Rêveberiya Xweser wek model hatin niqaşkirin. Her wiha li ser sîstemên nû yên aboriyê, gihandina civakeke azad bipêşxistina aboriya civakî li Rojhilata Navîn û tecrûbeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin niqaşkirin.
Axaftina destpêkê ya nûnerê Rêveberiya Xweser a li Lubnanê Ebduselam Ehmed bû. Ehmed, behsa siyasetên Partiya Baasê li Sûriyeyê, çawaniya çewisandina Kurdan û mehrûmkirina wan ji mafên wan, kir.
Ehmed, diyar kir ku krîza li Sûriyeyê dema Kurdan xwe spart xeta sêyemîn dest pê kir û wiha got: "Ji ber ku şerê li Sûriyeyê veguherî şerê mezhebî di navbera hikumeta Şamê û Îslama siyasî ya bi nûnertiya Îxwan El Mislimîn ku bû sedema destwerdana dewleta Tirk a dagirker li kar û barên Sûriyeyê, Kurdan xwe spart xeta sêyemîn."
Ebduselam Ehmed, wiha dawî li gotina xwe anî: "Tiştê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye pêkanîn, ji fikir û felsefeya Rêber Ocalan a li ser neteweya demokratîk e. Ev fikir, mafên hemû gelan dûrî nijadperestî, keysbazî û dûrxistinê, misoger dike."
Her wiha lêkolînerê Rêxistina Eilrich, Shawn Hattingh behsa çawaniya bikaranîna aboriyê di kontrolkirina gelan de ji hêla sîstema kapîtalîs ve, kir û got: "Sîstema kapîtalîst, xwe dispêre qezenca mezin û bi pereyan mirovan kontrol dike."
Hatting diyar kir ku mafên karker û pêdiviyên xwe li gel kapîtalîzmê ne tiştên bingehîn in û wiha domand: "Kapîtalîzm, girîngiyê bi jîngeh û çandiniyê nade, lê bi rêya kargehên zêde jîngehê qirêj dike. Ji lew re pêdivî bi xwespartina li fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye."
Her wiha berdevka PYD′ê Sema Bekdaş behsa aboriya civakî ku alternatîfa sîstema qezenca mezin ku sîstema kapîtalîst xwe dispêrê kir û got: "Êdî sîstema kapîtalîzmê penceşêrek e ku li her derê belav bûye û zirarê dike, ji lew re divê em xwe bispêrin fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a parastina jîngehê û têkbirina keysbaziyê û kontrolkirina keda welatiyan."
Sema, behsa modela aboriya civakî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û koperatîfan kir û çawaniya pêkanîna aboriya civakî û dayîna giringiyê bi peydakirina pêdiviyên gel, şîrove kir.
TÊKOŞÎNA MANDELA Û RÊBER APO BÛ YEK
Berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan a Sûriyeyî Ferzende Munzur, li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewletên beşdar û armancên wan axivî û wiha got. "Dem hatiye ku em ji bo serbestberdana Rêber Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bixebitin, her wiha bang li hêzên beşdarî komployê kir ku dev ji hedefgirtina gelê Kurd berdin."
Munzur diyar kir ku dema Ocalan hatiye girtin, Kurdan li her devera Kurdistan û cîhanê serî hilda.
Munzur li ser çalakiyên însiyatîfa sûriyeyî ya mafên mirovan axivî û bang kir ku destekê bidin doza Rêberê Gelê Kurd Adbullah Ocalan ku azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe.
Di beşa dawî de Mazlûm Dînç jî li ser komploya navneteweyî ku ji 25 salan ve rejîma kapîtalîst pêk aniye axivî û got: "Ev komplo hîna heta roja îro bi tecrîda girankirî dewam dike. Tu rawabûnek ji bo girtina Rêber Ocalan tune ye. Ev yek binpêkirina biryarên dadgeha Ewropayê ye."
Dînç behsa qanûnên dewleta Tirk kir û got dema mijar girêdayî doza Rêber Ocalan ev qanûn tên binpêkirin, heman mijar li ser siyasetmedarên Kurdan jî tê meşandin. Dema siyasetmedarek Kurd twittekî diavêje, tê girtin.
Axaftina dawî jî, Mahmoud Patel kir û tê de behsa têkoîna parêzerê Neslon Mendala Îsa Mûsa kir ku di heman demê de jî wî parastina Rêber Ocalan jî kir. Her wiha Batil behsa rola Îsa Mûsa ya parastina rêberê gelê Kurd û parastina hemû bindestên li her derê kir.
Di nîqaşan de hate gotin xebata hevbeş ne tenê girêdayî vê konferansê ye, lê belê têkiliyên berê yên di navbera her du gelê Kurd û Efrîkaya Başûrê hebûn û dê piştî vê konferansê ji berê zêdetir bin. Beşdaran da zanîn ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan tê bikoşin.
Konferans bi xwendina encamnameyekê ji hêla Mehmûd Batil ve bi dawî bû.