Awadallah: PKK berxwedana gel e, ew ê bi ser bikeve
Nivîskar û lêkolînerê Misrî Mohsên Awadallah got, PKK tevgereke berxwedanê ya gel e û destnîşan kir ku rejîma dewleta Tirk wê li dijî berxwedana PKK'ê ti carî bi ser nekeve.
Nivîskar û lêkolînerê Misrî Mohsên Awadallah got, PKK tevgereke berxwedanê ya gel e û destnîşan kir ku rejîma dewleta Tirk wê li dijî berxwedana PKK'ê ti carî bi ser nekeve.
Nivîskar û lêkolînerê Misrî Mohsên Awadallah der barê êrişên dewleta Tirk û berxwedana PKK'ê de nêrînê xwe bi ANF'ê re parve kir. Awadallah diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker, polîtîkayên Îsraîlê yên hemberî berxwedana Filistînê dimeşîne, li ser gelê Kurd dimeşîne.
‘PKK TEVGEREKE BERXWEDANÊ YA GEL E‘
Awadallah destnîşan kir ku PKK, li hemberî zilm, neheqî, çewsandin û rejîmên desthilatdar mafên Kurdan diparêze û got: "PKK tevgereke berxwedanê ya gel e ku weke tevgereke terorîst nayê binavkirin. Li hemberî dijminan disekine û bi rê û rêbazên cuda mafê Kurdan diparêze. Em li Birêz Abdullah Ocalan dinêrin ku zêdetirî 24 sal in girtî ye, lê fikr û felsefeya wî heta niha herikbar e û nesekiniye."
'PKK RÊXISTINEKE BÎRDOZÎ YE'
Awadallah bal kişand li ser şerê ku Tirkiye di salên borî de li dijî PKK’ê dimeşîne û ev tişt anî ziman: “Nakokiyên di navbera dagirkeriya Tirk û berxwedana gelê Kurd de ranewestiyane. Lê berxwedana gelên bindest bi ser bikevin û bêguman wê mafê ku gelê berxwedêr temsîl dike bi ser bikeve. Dewleta Tirk bi operasyonên leşkerî û sûîqestên ku pêşengên leşkerî dike hedef vê berxwedanê dixwaze bitevzîne. Lê divê dewleta Tirk bizane ku wê nikaribe tevgera PKK'ê ya li ser esasê rastî, mantiqa mafê, ramaneke îdeoojîk ku hemû gelan temsîl dike ji holê rake. Ev tişta herî baş a PKK'ê ye, ji ber ku berî ku hêzeke leşkerî be, ew rêxistineke bîrdozî ye.”
‘TIRKIYE DIXWAZE MÛSILÊ DAGIR BIKE‘
Awadallah anî ziman ku dewleta Tirk hewl dide welatên cîranê xwe dagir bike û wiha domand: "Ev jî Mîsakî Mîllî ya ku gelek herêmên Sûriye û Iraqê weke parçeyek dewleta Tirk dihesibîne. Ev hişmendiya Tirkiyeyê ji hêla her kesî ve tê zanîn. Her kes dizane ku ew dixwaze Mûsilê dagir bike û ew vê wekê beşek ji peymana Mîsakî Millî dibîne."
ÊRIŞÊN LI SER GELÊ KURD
Awadallah, êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi bîr anî û wiha got: "Tirkiye ji bo hilweşandina sîstema berxwedanê ya Kurd û Rêveberiya Xweser a bi fikr û felsefeya Rêber Ocalan hatiye avakirin, tev digere. Tirkiye li demokrasiyê nagere û bi ramana netewa demokratîk bawer nake û ji xeynî gelê Tirk bawer nake ku gelên din hene. Ji ber vê yekê bi hişmendiya nijadperestî û komkujerî tev digere. Hewl dide bi rêya serokên Kurdan ên xayin ev plana xwe pêk bîne."
LI HEMBERÎ ÊRIŞAN BISEKININ
Awadallah diyar kir ku operasyonên leşkerî bi têkçûna aborî ya ku dewleta Tirk pê re rû bi rû maye ve girêdayî ye û bi van gotinan dawî kir: “Serokomarê Tirkiyê Erdogan bi hinardekirinê ji krîzên navxweyî direve. Ez bawer nakim ku rejîma Tirkiyeyê di operasyona li dijî berxwedana PKK'ê daye destpêkirin bi ser bikeve. Divê gel li dora vê rêveberiya demokratîk bibin yek û li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin."