ASA: Hinek aliyên kurd em araste kirin, lê ketina Eşrefiyê xelet bû

ASA: Hinek aliyên kurd em araste kirin, lê ketina Eşrefiyê xelet bû

Alîkarê Serfermandarê Artêşa Sûriyeya Azad Malik El Kurdî, diyar kir ku hinek hêzên siyasî û leşkerî ew araste kirine ku bikevin Taxa Eşrefiyeyê ya Helebê ku piranî kurd lê dijîn, lê ketina wan xeletiyek bû. El Kurdî, destnîşan kir şerên bi vî rengî xizmeta şoreşê nakin û divê ji bo çareseriyê hemû kes di nava hewldanan de bin.

Alîkarê Serfermandarê Artêşa Azad Malik El Kurdî, li xwe mikur hat û diyar kir ku ketina wan a Taxa Eşrefiye ku komkujî pêk hatibû û YPG'ê jî bersiva tund dabû, tiştekî şaş bû. Malik El Kurdî, têkildarî mijarê pirsên malpera Elkurdiyenews bersivandin û daxuyaniyên balkêş dan.

Malik El Kurdî, destnîşan kir ku piştî pevçûnê ew bixwe ji bo çaserekirina krîzê rasterast ketiye nava hewldanan û hevdîtinan pêk tîne. El Kurdî, anî ziman bi armanca ku riyek çareseriyê peyda bikin û nehêlin ev pevçûn veguhere şerê kurd û ereban ku dê herdu alî zirarê bibînin, bi riya aliyekî 3'yemîn ê kurd bi YPG'ê de hevdîtinan pêk tînin. El Kurdî, got ku piştî pevçûnan li ser riya Heleb û Efrînê 400 sivîlên kurd girtine, lê niha di nava hewldanan de ku vana serbest berdin. El kurdî got ku di pevçûnan de ji Artêşa Azad 16 kes hatine kuştin.

'HÝNEK HÊZÊN KURD BÛN SEDEM'

El Kurdî, destnîşan kir ku derbasbûna Taxa Eşrefiyê şaşî bû û diviyabû ku pêk nehatiba,lê hinek aliyên kurd rê li ber van pevçûnan vekiriye. Li ser pisa ka ev aliyên hanê kî ne jî, El Kurdî ev tişt gotin: "Hinek hêzên girêdayî partiyên kurdan bûne sedema van pevçûnan. Aliyên siyasî û leşkerî, bi tapybetî Tabûra Seleheddînî Eyûbî. Ve tabûrê di nava Artêşa Azad de gotegota 'divê em kontrola PKK'ê li ser taxê rakin' belav kiribû. Çavdêr û şêniyên taxê dibêjin vê tabur bixwe di vê pevçûnê de hevkariya Artşe Azad kiriye û ji wana çekdarek hatiye kuştin."

El Kurdî, anî ziman ku heke herdu alî dîsa şer bikin, dê zirar bigihîje herdu aliyan û ev jî xizmeta şoreşê nake. Malik El Kurdî, got ku divê hemû kes bi aqlê selîm tevbigerin û ji bo ku krîz kûrtir nebe, di nava hewldanan de bin.