Serfermandariya Artêşa Tirk dest bi tesnîfekirina belgeyên der barê Qirkirina Dêrsimê de kir. Endamê Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê û Parlementerê CHP’ê yê Dêrsimê Huseyîn Aygun tevî 13 akademîsyenan ji bo beşdarî vê xebatê bibin serlêdan kirin, lê serlêdanên wan hatin redkirin.
Aygun CHP’Qyî, Yaşar Kaya, Kazim Gundogan, Celal Yildiz, Cemal Taş, Ali Kaya, Sait Çiya, Şukru Aslan, Doç.Dr. Bedriye Poyraz, Dr. Ayfer Karakaya Stump, Prof.Dr. Ayhan Yalçınkaya, Îmdat Yildiz, Dr. Dilek Solieau û Dr. Daimi Cengiz ji bo weke alî beşdarî xebatên tensîfkirin û derbaskirina elektronîkê ya aşrîvên Dêrsimê bibin, serlêdan kiribûn. Lê ev serlêdan ji aliyê Serfermandariya Tirk ve hat redkirin.
Aygun destnîşan kir ku ji bo lêkolînkirina bûyerên Dêrsimê 21 hezar belge ji Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Tirkiyeyê re hatine û got ku ji vana hema bêje ji nîvê zêdetir ji aliyê Serfermandariya Artêşa Tirk ve hatine şandin, lê MÎT’ê şandina belgeyan red kiriye.
Aygun bal kişand ser daxuyaniya Serfermandarê Artêşa Tirk Necdet Ozel a “Me dest bi tesnîfkirina belgeyên Dêrsimê” kir û diyar kir ku wana piştî vê daxuyaniyê serlêdan kir. Aygun diyar kir ku Ozel negot ev tensîf li gorî çi, çawa û li gorî kîjan krîteran tê kirin û tu daxuyaniyek neda.