Artêşa Sûriyeya Azad xwest bikeve taxa Eşrefuyê ya Helebê ku piraniya şêniyê wê kurd in, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) rê li wan gitin.
Li taxa Eşrefuyê ya ku piraniya şêniya wê kurd in, îro srê sibê çekdarên Artêşa Azad ketin xaçeriya yekem a taxê û gulle bera hewa dan. Ji gelên taxê xwestin ku ji malên xwe derbikevin
YPG di heman demê de mudaxele kir û çekdarên Artêşa Azad bi şûnde vegerandin, YPG noqteyên kontrolê li derdora taxê zêde kirin. Niha tax di bin kontrola YPG' ê de ye.
YPG û meclîsa gel a taxa Eşrefuyê ji şêniyên taxên kurdan xwestin ku ji malên xwe derbikevin, ji ber ku kiryarên bi vî rengî ji aliyê çekdarên Artêşa Azad dixweazin aramiya li taxên kurda xerab bikin. YPG diyar kir ku wan aramiya taxên kurdan dane ser milên xwe û ji bo ku aramî dewam bike çi bikeve ser milên wan dê bikin.