Li bajarê Helebê girseya Kurdan ku xwest hêzên Artêşa Sûriyeya Azad ji Taxa Eşrefiye ya ku piraniya wan kurd in derkevin, rastî gulebarana van koman hatin. Di encama gulebaranê de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest da, 10 kes jî birîndar bûn.
Di cejna Qurbanê de hêzên rejîma Sûriyeyê û Artêşa Azad ku qaşo agirbest îlan kiribûn, vê carê berê xwe dan kurdan. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, komek çekdar ên girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad, duh derbasî Taxa Eşrefiye ku piranî kurd in bûn. Lê şêniyên taxê û hêzên YPG'ê destur nedan û ew ji taxê derxistin. Piştî vê bûyerê vê carê artêşa rejîma Sûriyeyê bi topên hawanê tax topbaran kir. Di encama topbaranê de 9 ji wan kurd 15 kesan jiyana xwe ji dest da, zêdetirî 15 kesan jî birîndar bûn.
ARTÊŞA AZAD JINÛ VE KET TAXÊ
Piştî bûyera duh, îro serê sibehê komek çekdarên Artêşa Azad riya di navbera taxên Eşrefiye û Şêxmeqsud de girtin. Li ser vê yekê bi daxwaza welatiyan heyetek ji Meclîsa Gel a Taxê û şêniyên gel hate avakirin. Heyetê xwest ku bi koma çekdar re hevdîtinê pêk bînin da ku ji taxê derkevin. Lê dema heyetê amadekarî dikirin ku bi komê re hevdîtinê pêk bîne, koma çekdar daxuyaniyek da û îdîa kir ku wan kontrola Eşrefiyeyê bidest xistiye û tax azad kiriye.
MEŞ GULEBARAN KIRIN
Li ser vê yekê di saetên nîvro de gelê kurd meşek aştiyane lidar xist û xwest ev komên çekdar derkevin û komkujî êdî neyên kirin. Bi sedan kurd û ereb li kêleka fabrîqeya asfaltê ya li sînorê taxên Eşrefiye û Şêxmeqsud kom bûn. Komê xwest ji vir heta Eşrefiyê bimeşin û ji koma çekdar bixwazin ku derkevin. Lê van komên çekdar gule berdan ser gel û li gorî agahiyên ku heta niha hatine bidestxistin, 5 sivîlan jiyana xwe ji dest da, 10 kes jî birîndar bûn.
Piştî gulebaranê, hêzên YPG'ê jî bersiv dan komên çekdar. Hate ragihadin ku şerê di navbera hêzên YPG'ê û komên çekdar de didome.